02:13 21 Tebax 2017
Zindî
    Aydin Abbasov

    Kî dixwaze tekiliyên Tirkiye û Îsraîlê têk bibe?

    © Foto: Aydın Abbasov/Arşi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Parlamenterê Azerbeycanê yê berê Aydin Abbasov derheqê êrişa Balyozxaneya Îsraîlê ya li Enqereyê de pirsa ku gelo kî dixwaze têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê têk bibin?

    Navenda Nûçeyan — Parlamenterê Azerbeycanê yê berê Aydin Abbasov derheqê êrişa Balyozxaneya Îsraîlê ya li Enqereyê de pirsa ku gelo kî dixwaze têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê têk bibin? Li pişta vê êrişê kî heye?

    Aydin Abbasov di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku ev êrişa ku li dijî balyozxaneya Îsraîlê pêk hat bi kêrî kê tê? Tam vê dema ku têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê û yên Tirkiye û Rûsyayê baş dibin de ev êriş pek hatin. Lê ev êriş di heşê mirov de hinek pirsan çêdike. Li pişta vê êrişê kî heye? Kî dixwaze têkiliyên Tirkiye û van dewletan têk bibe? Helbet gelek hêzên ku dixwazin têkiliyan têk bibin hene û ev hêz tucarî naxwazin Enqere û Telavîv li Rojhilata Navîn bibin bibin xwediyê pêwendiyên baş. Li gorî pêşbîniyen min ev hêzên dervayî ne û dixwazin wê rûmetiya Tirkiyeyê xera bikin.

    Hinek hêz dixwazin hişmendiya ‘Tirkiye welatê terorîzmê ye' belav bikin

    Abbasov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hêzên ku xwestin li Tirkiyeyê derbeyeke leşkerî pêk bînin û piştî derbe têk çû niha jî dixwazin li cihanê hişmendiya ku ‘Tirkiye welatê terorîzmê ye' belav bikin. Derbeya Leşkerî ya Tirkiyeyê bi saya lehengî û qahremaniya gel bi ser neket. Wekî mînak, di rojên dawî de êrişa ser balyozxaneyan jî vê serast dike. Bi baweriya min Tirkiye li hemberî van provokasyonan wê bersiva hewceyî bide."

    Bi heman mijarî:

    Derket holê ku Tirkiye û Îsraîl demeke dirêje hevdîtinên veşartî dikin
    Wezareta Tirkiyeyê Îsraîl şermezar kir
    Çavuşoglu peymana Îsraîl û Tirkiyeyê pêşkeşî CHP û MHPê kir
    Têkiliyên Îsraîl û Tirkiyeyê normalîze dibin
    Îsraîl: ‘DAIŞ ji pereyên Tirkiyeyê sûdvergirt'
    Etîketan:
    Êrişa Balyozxaneya Îraîl ya li Enqereyê, Têkiliyên Tirkiye û Îsraîle, Parlamenterê Aerbeycanê yê berê, Aydin Abbasov, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de