12:27 19 Tebax 2017
Zindî
    İbrahim Kalin

    Tirkiye: "Heke kurd tevlî operasyona Reqqayê bibin, em tevlî nabin"

    © Foto: AA/ Samuel Corum
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3501

    Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê ragihand ku heke hêzên kurd tevlî operasyona Reqqayê bibin, em tevlî nabin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, Berdevkê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku heke hêzên kurd tevlî operasyona Reqqayê bibin, bi tu awayî em di operasyonê de cih nagirin.

    Berdevk û şêwirmendê Serokomariya Tirkiyeyê İbrahim Kalin di axaftina xwe ya kanala TRTê de derheqê operasyona Reqqayê û derxistina rêxistina terorîst a DAIŞê ji bajêr daxuyaniyên girîng dan.

    İbrahim Kalin di axaftina xwe de got: "Hevdîtinên ji bo operasyonê hê jî didomin û niha tiştekî diyarkirî tuneye. Şertên me yên operasyona Minbic û Cerablusê didomin. Em tevlî tu operasyoneke ku PYD/YPG cih bigire nabin."

    Kalin di dirêjiya axaftina xwe de got: "Di serî de operasyona bajarê Reqqayê jî di nav de em piştgiriyê didin hemû paqijiya DAIŞê ji ser axa Sûriyeyê. Lê wekî ku me berê jî gotibû di mijara tevlîbûna operasyonan de hinek şert û mercên me hene."

    Bi heman mijarî:

    Kalin: "Erdogan bi Pûtîn û Obama re dîsa mijara Helebê axivî"
    Kalin: Me Rûsya û DYA agahdar kir
    Kalin: Armanca Tirkiyeyê ew e ku hemû sînor ji YPGê paqij bike
    Kalin di derbarê îadekirina Gulen de got: Em ne tolhildanê, em edaletê dixwazin
    Kalin: "Xeta yekser di navbera sererkanên tirk û rûs de hat avakirin"
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, YPG, PYD, Operasyona bajarê Reqqayê, Berdevk û şêwirmendê Serokomariya Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Ibrahim Kalin, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de