00:45 19 Tebax 2017
Zindî
    Hevserokê HDPê Selahettin Demirtaş

    Demirtaş: Amadekariya girtina parlamenteran destpêkir

    © Sputnik/ Cesim Ilhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3310

    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş balkişand ser civîna parêzgarên bajarên kurda a ji hêla Wezareta Karê Hundir a Tirkiyê û got ku amadekarî ji bo girtina hin parlamenterên HDPê tê kirin.

    Amed — Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş duh li Amedê beriya ku biçe Herêma Kurdistanê ji DİHAyê ra daxuyand ku hikûmet amadekariya girtina hin parlamenterên HDPê dike.

    Hevserokê HDPê Demirtaş civîna Wezareta Karê Hundir a Tirkiyê ya bi 22 parêzgarên bajarên kurdan de jî di vê çarçoveyê de dinirxîne û wiha axivî: "Bi taybetî civîna ewlekariyê ya ku Wezareta Karê Hundir bi 22 parêzgaran re bi awayekî awarte û çêkirina planê ji bo vî tiştî ye. İhtimal e ku di meha cotmehê de li hemberî parlamenteran jî operasyonên birina bi darê zorê û girtinê destpêbikin. Xuya dike ku amadekiriya tedbîrên tund ên ewlekariyê tên kirin. Siyaseta demokratîk ji herêmê ta giştî, ji jinan ta ciwanan tê xwestin ku bi awayekî hevgirtî di çarçoveya konsepteke şer de were çewisandin. Amadekariya hikûmetê ji bo vî tiştî ye. Ne amadekariya ji bo hevdîtin û gotûbêjan e. Tenê yek hevalekî me jî xwe teslîmî vê îradeyê nake. Bi ti awayî wê serê xwe netewîne.

    Bi heman mijarî:

    7 parlamenterên HDPê dê bi darê zorê bibin dadgehê
    Parlamenterên jin ên HDPê hatin desteser kirin
    Çûna parlamenterên HDPê bo Licê tê astengkirin
    HDPê parêznameya hevbeş ji bo parlamenterên xwe amade kir
    Fezlekeyên parlamenterên HDPê şandin serdozgeriya Amedê
    Parlamenterên HDPê ji bo parêzbendiyan serî li Dadgeha bilind didin
    Etîketan:
    girtin, parlamenter, civîna parêzgarên bajarên kurda, DİHA, Wezareta Karê Hundir a Tirkiyê, HDP, Selahattin Demirtaş, Herêma Kurdistanê, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de