20:26 17 Tebax 2017
Zindî
    Leşkerên Artêşa Libyayê

    DAIŞiyên libyayî li Stenbolê têne dermankirin

    © NASA. Goran Tomasevic
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Li gorî zabitnameyên ragihandinê, DAIŞiyên libyayî li Stenbolê bi alîkariya endamên DAIŞiyên li wî bajarî li nexweşxaneyan têne dermankirin.

    Navenda Nûçeyan — Li Tirkiyeyê çend caran îdîaya ku DAIŞiyên libyayî li nexweşxaneyên Stenbolê têne dermankirin ket çapemeniyê. Daxuyaniyên çavkaniyên libyayî jî ev nîqaş gur kiribû û mijar çûbû rojeva parlamentoyê. Ajansa nûçeyan a El Desturê îdîa kiribû ku Fermandarên DAIŞê Muhammed Sasi El Fellah, Emad El Eyup, Ehmed Yehya û Salim Balaou di 28ê Rebendana 2015an de li bajarê Sirtê piştî di şer û pevçûnên Artêşa Libyayê de birîndar bûn li nexweşxaneyên Tirkiyeyê hatin dermankirin.

    Li ser vê îdîaya ajansa libyayî parlamenterê CHPê yê Stenbolê İlhan Cihaner jî îdîa biribû parlamentoya Tirkiyeyê û ji bo bersivdayînê pirs ji Wezîrê Navxweyî yê wê demê Efgan Ala kiribû, lê ji Ala tu bersiv nehatibû dayîn.

    Dermankirina cihadîstan tê şopandin

    Li gorî nûçeya Doğu Erogluyê rojnameya Birgunê, axaftina endamên DAIŞê yên navçeya Eyup û Gungorenê van îdîayên ajansa libyayî piştrast dikin. Endamên rêxistina DAIŞê yên Eyup û Gungorenê yê niştecî û biyanî çûnûhatina Sûriyeyê organize dikin û di heman demê de jî birîndarên rêxistinê li nexweşxaneyên Tirkiyeyê didin dermankirin.

    Bi heman mijarî:

    Li peravên Libyayê nêzî 2 hezar penaber hatin xilaskirin
    Amerîka, li Libyayê li dijî DAIŞê dest bi şerê bejayî kir
    Balafirên Amerîkayê çeperên DAIŞê yen Libyayê bombebaran kirin
    Hêzên Libyayê lîmana Sîrteyê ji destê DAIŞê derxistin
    Hêzên Libyayê ketin ‘keleha DAIŞê' Sîrteyê
    Etîketan:
    Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Endamên DAIŞê yên libyayî, Salim Balaou, Ehmed Yehya, Emad El Eyup, Muhammed Sasi El Fellah, Libya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de