16:48 23 Tebax 2017
Zindî
    Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê

    DYAyê welatiyên xwe yên li Tirkiyê hişyar kir

    © Foto: AA/Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Balyozxaneya DYAyê ya li Enqereyê welatiyên xwe yên li bajarê Dîlokê hişyar kir ku ji molên biyanî yên xwarin û vexwarinê dûr bisekinin.

    Enqere — Balyozxaneya DYAyê ya li Enqereyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir û welatiyên xwe yên li Entabê hişyar kir.

    Li gorî vê hişyariyê Balyozxaneyê ji welatiyên xwe xwest ku li Dîlokê ji şîrketên xwarin û vexweranê yên biyanî yên li molan dûr bisekinin. Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku li gorî raporên polîsan, wê hin komên terorîst li Entabê êrîşê pêk bînin.

    Di heman hişyariyê de DYAyê ji welatiyên xwe daxwaz kiriye ku necin bajarên kurdan.

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê ji bo Tirkiyê hişyarî da operatorên geştê
    Ewlekariya Amedê hişyarî da: 'Wê êriş bikin'
    Ewlehiya Stenbolê bo balafirgehan hişyariya ‘baldariyê' da
    Li hemberî HDPyiyan hişyariya hewldana sûîkastê hate dayin
    Li Sîrkeciyê hişyariya bombeyê
    Etîketan:
    êrîşa terorî, şîrketên biyanî, amerîkî, hişyarî, Balyozxaneya DYAyê li Enqereyê, Bajarên Kurdan, Tirkiye, Enqere, Dîlok
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de