11:06 23 Tebax 2017
Zindî
    Ahmet û Mehmet Altan

    Ahmet berdan û Mehmet jî girtin

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 32 0 0

    Rojnamevan û nivîskar Ahmet Altan û birayê wî akademisyen Prof.Dr. Mehmet Altan 12 roj berê bi tohmeta piştgirîdana derbeyê li Stenbolê hatibûn girtin.

    Stenbol — Prof. Dr. Mehmet Altan û birayê wî rojnamevan nivîskar Ahmet Altan, piştî ragirtina li Midûriyeta Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Stenbolê, duhî birin Edliyeya Çaglayana Stenbolê.

    Herdu bira bi îdîaya "Alîkarî dane FETO/PDY û propaganda wê kirine, hewl dane hikûmetê hilweşînin" bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hatin kirin.

    Ahmet Altan di îfadeya xwe ya dadgehê de got: "Nivîsê ku ez dinivîsim ji bo rastbûna çewtiya rêbebiriya dewletê ye û xizmeta raya giştî dike. Rexnekirina Serokomar Recep Tayyip Erdogan min nake hevalbendê derbekaran. Ez di hemû jiyana xwe de li hemberî derbekaran derketim, lewma negengaz e ku ez bi derbekaran re bibin yek. Nivîsê min ji raya giştî û hemû rayaedaran re wekî hişyariyê ne."

    Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Nobedar biryar da bi şertê kontrola edlî Ahmet Altan bê berdan. Dadgehê biryara girtina Prof. Dr. Mehmet Altan da.

    Bi heman mijarî:

    Ahmet û Mehmet Altan şandin dadgehê
    Ahmet û Mehmet Altan îro derdikevin pêşberî dadger
    Ahmet û Mehmet Altan hatin desteserkirin
    Mehmet Altan: Putin heta ku serê Erdogan netewîne normalîzasyona têkiliyan çênabe
    Mehmet Altan: 'Erdogan sûcekî makeqanûnî, Davutoglu jî sûcekî însanî dike'
    Etîketan:
    Edliyeya Çaglayana Stenbolê, Rêxistina Terorîst a Fethullah Gulen (FETO/PDY), Mehmet Altan, Ahmet Altan, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de