02:13 21 Tebax 2017
Zindî
    YPG

    Amerîka rasterast wê çekên giran bide YPGê

    © AFP 2017/ Delil Souleiman
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 73750

    Li gorî zanyariyên berdest, Amerîka dê çekên giran ku di nava wan de roketên dije tank ên pêşketî jî hene yekser bide Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

    Navenda Nûçeyan — Rojnameya New York Times a Amerîkayê di nûçeyekê de îdiayek balkêş belav kir. Li gorî wê nûçeya New York Timesê, Amerîka dê alîkariyên leşkerî pêşkêşî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bike.

    Di nava çekan de moşekên dije tank jî hene

    Di wê nûçeyê de tê gotin ku Amerîka dê di çarçoveya alîkarîkirina hêzên ku li dijî terorê û DAIŞê de şer dikin de alîkariyên zêdetir ên leşkerî ji YPGê re bişîne. Li gorî wan zanyariyan, rêveberiya Washingtonê dê çekên giran bide YPGê ku di nava wan çekên giran de, roketên dije tank ên pêşketî jî hene.

    Amerîka li Kobanî jî çekên giran dabûn YPGê

    Pêştir jî Amerîkayê çendîn caran alîkariyên leşkerî pêşkêşî YPGê kiriye. Yekemîn car di dema şerê Kobanî de, Amerîkayê yekem alîkarî pêşkêşî YPGê kir û çekên ku Hêzên Pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê weke alîkarî ji YPGê re amade kiribûn, bi firokeyên serbazî ji şervanên YPGê re xiste xwarê.

    Piştre pêwendiyên navbera Amerîka û YPGê berfirhetir bûn û Amerîka bi sedan leşkerên xwe şande Rojavayê Kurdistanê û 2 binkeyên leşkerî li Rimêlan û Kobanî vekir.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: "Me di navbera Tirkiye û YPGê de navbeynkarî nekiriye"
    Oktay Vural:'Ka we digot Amerîka di mijara PYD û YPGê de me fêhm kiriye?
    Amerîka û YPGê li hev kir: Rojavayê Firatê ji YPGê re ye!
    Amerîka: 'Em ê xebata xwe bi PYD û YPGê re berdewam bikin'
    Amerîka: 'Hevkariya bi Tirkiyayê re û desteka li YPGê bi balanseke dijwar tê meşandin'
    Etîketan:
    Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Artêşa Amerîkayê, Rojava, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de