20:24 17 Tebax 2017
Zindî
    Suriyeli genci bıçaklayıp telefonunu gasp ettiler

    Ciwanekî Sûriyeyî kêr kirin û telefona wî jê dizîn

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1710

    Li Konyayê hinek kesên nasnameya wan ne diyar Raşit Karaf ê welatiyê Sûriyeyî yê 22 salî kêr kirin û telefona wî dizîn.

    Navenda Nûçeyan — Bûyer di derdora saet 20.45a de li ser cadeya Amber Reîsa navçeya Meramê ya navendê qewimî. 4 kesên nasnameyên wan ne diyar bi kêrê êrîşê Raşit Karaf kirin û ew ji serî û lingê wê birîndar kirin. Êrîşkaran piştî ku ew birîndar kirin telefona wî jê dizîn û reviyan.

    Karaf bi halê xwe yê birîndar demekê li dû êrîşkaran reviyan lê gava ku taqeta wî nema ket dikaneke goştfiroş û alîkarî xwest. Karaf ê ku bîstekê li ser pêya ma şûnde ket erdê. Wan kêliyan ji aliyê kamerayên ewlehiyê yên dikanê ve hatin tomar kirin.

    Midaxeleya pêşîn a ji bo birîna Karaf ji aliyê welatiyan ve hat kirin û Karaf paşê bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolîn a Konyayê.

    Bi heman mijarî:

    Brîtanya 20 hezar penaberên sûriyeyî werdigire
    Reuters: "Mûxalifên sûriyeyî wê ji Tirkiyeyê êrişî Cerablusê bikin"
    Zarokên Sûriyeyî dixwazin bibin rojnamevan
    Wesayîta ku sûriyeyî têde bûn qeza kir: 8 mirî
    Bi hezaran ciwanen sûriyeyî dev ji dibistanê berdan û çûne cephe
    Etîketan:
    dizîn, telefon, kêrkirin, Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolîn a Konyayê, Raşit Karaf, Navçeya Meramê, Konya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de