20:18 17 Tebax 2017
Zindî
    Sputnik, IŞİD'in kimyasal silah deposunu görüntüledi

    'DAIŞê li dijî baregeha ku leşkerên DYA û Iraqê lê bûn êrîşa kimyewî pêk anî'

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Hat îdia kirin ku DAIŞê li bakurê Iraqê êrîşa kimyewî bir ser baregeheke leşkerî.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên ku CNNê ji rayedarekî Amerîkayî girtiye di êrîşê de tu leşkerên Amerîlayê birîndar nebûye. CNNê ragihand ku êrîş li dijî yekîneyên ku xwe amade dikirin Mûsilê ji DAIŞê bigirin hat pêk anîn û dest nîşan kir ku testa pêşîn derxist holê ku madeya kimyewî ya hatiye bikar anîn ‘xaza xerdelê' ye lê testa duyem bi awayekî negatîf bi encam bûye.

    Rayedaran diyar kirin ku êrîşa ku li dijî baregeha leşkerî ya Kayyarayê hat pêk anîn, an bi moşekê an jî bi topê hatiye pêk anîn û gotin ji ber ku safîtiya madeya kimyewî kêm e, êrîş bêbandor maye.

    Agahî tên…

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê li Helebê çekên kimyewî bikar anîn: 8 birîndar
    Lîbya çekên xwe yên dawî yên kimyewî şand Almanyayê
    Sûriya: Êrişa çekên kimyewî ya herêma Gutayê Fransa organîze kir
    'DYA çekên xwe yên kimyewî yên li Tirkiyeyê bar dike Romanyayê'
    Etîketan:
    kimyewî, baregeha leşkerî, êrîş, DAIŞ, CNN, DYA, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de