09:19 22 Gulan 2018
    êzidî - jin - komkujî - qetliyam

    Jinek din a Êzidî ji DAIŞê hate rizgarkirin

    © REUTERS/ SERTAÇ KAYAR
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Aktîvîsta Êzidî Abû Şujaa Denaî di salên dawî de ji bo jinên ku di destên DAIŞê de wek koleyên seksê tên bikar anîn rizgar bike kedek mezin dimeşîne. Hate ragihandin ku navborî jinek din yê êzidî ji DAIŞê rigar kiriye.

    Navenda Nûçeyan — Jina êzidiyê bi navê Um Elî di sala 2014an de dema rêxistina terorîst DAIŞê êrişê Sincarê kiribû dîl ketibû destê DAIŞê. Terorîstan jina êzidî bi xwe birin Sûriyayê û li vir karên xwe yên rojane pê dan kirin û çûne ku wê bi xwe re birin. Herwiha jina êzidî wek koleyê seksê jî hate bikaranîn.

    Abû Şujaa Denaî ji ajansa Sputnikê re axivî û daxuyand ku jina êzidî Um Elî dayîka 5 zarokane û tenê karîne wê û 4 zarokên wê xilas kirine lê hejê mer û zarokek wê li Dêra Zorê di destên terorîstan dene.Hate diyarkirin ku Um Elî ji ber ku deroniya wê xirab bûye dê demek biçe qursên rehabîlîtasyonê.

    Ajansa Sputnikê vîdyoya Um Elî ku vedigeriya welatê xwe parvekir. Di vîdyoyê de jina êzidî ji aliyê xizmên xwe ve hate pêşvazîkirin.

    Aktîvîst naveroka operasyonê eşkere nekir û got: ‘Rizgar kirina dîl girtiyên di destê terorîstan de şênaziyek gelek mezine û heta niha ji 2 hezaran zêdetir jinên êzidî ji terorîstan rizgar kirine.'

    Bi heman mijarî:

    “Heşda êzidî û PKK dê beşdarî operasyona Mûsilê bibin”
    Rêxistina Efûyê: Jina Êzidî ya bi tohmeta alîkariya DAIŞê ve hatiye girtin serbest berdin
    Keça Êzidî Nadya Mûrad bû Balyoza Niyetpak a NYyê
    KCD: 129 nexweşên giran ên penaberên Êzidî nayên tedawî kirin
    Etîketan:
    terorîst, rehabîlîtasyon, DAIŞ, êzidî, jin, Sputnik, Abû Şujaa Denaî, Um Elî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de