17:11 19 Mijdar 2017
Zindî
    Bexda

    Li Bexdayê êrîş li dijî Heşda Eşîran pêk hat

    © Foto: AA/ Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 38 0 0

    Îro li bakurê paytexta Iraqê Bexdayê êrîşek bi bombeyeke bicihkirî li dijî pasevanên girêdayî Heşda Eşîran pêk hat û di encamê de du kes hatin kuştin û çarên din birîndar bûn.

    Bexda - Çavkaniyekê ji Wezareta Hundir a Iraqê ragihand ku bombeyeke bi destan çêkirî îro li nahiya Muşahdeyê ya girêdayî navçeya Tarmiyeyê ya Bexdayê, di dema derbasbûna pasvanên girêdayî Heşda Eşîran de teqiya.

    Herwiha heman çavkaniyê diyar kir ku di encama teqînê de, du endamên Heşda Eşîran hatin kuştin û 4 endamên din jî birîndar bûn û wiha pê de çû: "Hêzên Ewlekariya Iraqê çûn cihê bûyerê û lêpirsîn da destpêkirin ta ku kesên teqîn pêk aniye bigirin."

    Ji aliyekî din ve, hîn ti kesî berprisyariya xwe li ser êrîşê ranegihandiye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê nûçeyên derbarê Navenda Îstîxbaratê ya Bexdayê de derewand
    Li Bexdayê teqîn: 3 kes mirin
    Li Bexdayê teqîn: Kuştiyek û 7 birîndar
    Li Bexdayê êrişa bombeyî: Herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest da
    Li Bexdayê êrîşa bombeyî: 16 mirî û 23 birîndar
    Li Bexdayê 2 teqîn: 2 kuştî û 13 birîndar!
    Li Bexdayê êrişa xwekujî 15 kuştî 32 birîndar
    Etîketan:
    êrîş, teqîn, Heşda Eşîran, Tarmiye, Muşahediye, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de