02:42 18 Çile 2018
Zindî
    Ali Agaoglu

    Agaoglu, behsa serdana Zekeriya Oz a Dubaiyê kir: "Min tehdîd kirin"

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku serdana Dubai ya dozgerê berê Zekeriya oz kete çapemeniyê, ji bo wekî ku mesrefê serdanê karsazê navdar Ali Agaoglu daye xwest meqbuzekê bi dest bixe.

    Stenbol — Piştî ku serdana Dubai ya dozgerê berê Zekeriya oz kete çapemeniyê, ji bo wekî ku mesrefê serdanê karsazê navdar Ali Agaoglu daye xwest meqbuzekê bi dest bixe. Zekeriya Oz, du kesên bi navê Aytaç Ocakli û Halil İbrahim Demirhan şandin cem Agaoglu û bi tehdîdan xwest belgeyeke ku wekî wî mesref daye bidê.

    Doza tehdîd a karsazê navdar Ali Agaoglu li Dadgeha Cezaya Giran a 5emîn li Edliyeya Bakirkoyê dewam kir. Agaoglu li dadgehê di îfadeya xwe de got: "Aytaç Ocakli hate ofîsê û ji min meqbuzeke bi dîroka kevn û wekî mesrefê serdana Zekeriya Oz min dabe xwest. Min jî ev ji Halil İbrahim Demirhan pirsî, Demirhan j imin re got me tu pereyekî wiha nesandiye. Piştî hatina Ocakli û Demirhan bi qederekî Tayfun Aktaş û Osman Agca jî hatin ofîsê. Min ji wan re bi zimanê eşkere got ez nikarim meqbuzeke wiha bidim."

    Agaoglu di berdewamiya îfadeya xwe de got: "Di navbera me de peyven nexweş derbas bûn, Aytaç Ocakli di axaftinên xwe de gelekî bêedeb û bêsînor diaxivî. Piştî ku Tayfun Aktaş hat dest bi tehdîdan kir, heke tu meqbuzê nede em ê wiha wiha bikin, em Oz bi we nadin xwarin û em vê li cem we nahêlin."

    Bi heman mijarî:

    Ahmet Şik: "Erdogan piştgirî da FETO, bila ew jî were darizandin"
    Yildirim: "Heke di operasyonên FETO de şaşitî hatibe kirin..."
    Serokê Ragihandina Gelemperî ya Serokomariyê: "Operasyona FETO li me zîvirî"
    Kurtulmuş: "FETO, ji bo Amerîkayê jî tehdîd e"
    Dadgeha Bilind: "Endamên FETO wê ji terefê dadgehên serbixwe ve werin darizandin"
    Etîketan:
    Rêxistina Terorîst a Fethullah Gulen (FETO/PDY), Doza tehdîda Ali Agaoglu, Halil İbrahim Demirhan, Aytaç Ocakli, Ali Agaoglu, Zekeriya Oz, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de