17:14 22 Çile 2018
Zindî
    YPG

    YPG: Artêşa Tirk êrişî ser gundê Kobanê kir

    © Foto: Roj
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Artêşa Tirk bi çekên giran êrişî ser gundê Bobanê û Til-Şeriyê yên dikevin rojavayê Kobanê kirin.

    Navenda nûçeyan —  Navenda çapemenî û raghandina YPGê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Artêşa Tirk bi çekên giran êrişî ser gundê Rojavayê Kobanê dike. Herwiha hate gotin ku terorîstên DAIŞê jî bi çekên giran êrişî ser gundên bendava Tiştîn û gindê Şedadê kirine.
    Di daxuyaniyê de tê ragihandin ku Artêşa Tirk 20ê Îlonê de bi çekên giran êrişî gundê Bobanê û Til Şeriyê yên dikevin rojavayê Kobanê kirin.

    Herwiha hate gotin ku terorîstên DAIŞê 20î Îlonê saet di navbera 01.00 û 02.00an de li dijî gundê Qadiriyê, saet derdora 17.00an de jî li dijî gundê Şemsedîn ên dikevin rojhilatê başûr a bendava Tişrîn a giredayî Kobanê bi çekên giran gelek êriş kirine.
    Terorîstên DAIŞê heman rojê de li dijî gundê Melha yê giredayî Şedadê jî bi çekên giran êrişek lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Li Şêxmeqsûd 3 çekdarên koalisyonê hatin kuştin
    ÎDIA - YPG û Hikumeta Sûriyeyê li hevdu civiyan
    YPG: Tirkiyê êrîşî Efrînê dike
    NÛÇEYEKE XEMBAR - YPG: Tirkiyeyê êrîş kir, 6 şervanan jiyana xwe ji dest da, 7 birîndar
    YPG: Artêşa Tirkiyeyê bi topan êrîş dike
    YPG / Artêşa Tirkiyeyê - "Li ser sînorê Efrînê şer"
    Etîketan:
    daiş, kobanê, gelê kurd, gelê rojava, êrişên tirkan, ypg, tirkiye, rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de