07:20 24 Gulan 2018
    ypg,pyd,hêzên kurd,şervanên kurd

    NYT: DYA difikire ku li dijî DAIŞê bi awayekî rasterast çekan bide kurdan

    © AFP 2018/ Delil Souleiman
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30

    Rojnameya New York Times(NYT), di nûçeya xwe de eşkere kir ku Serokê DYAyê Barack Obama difikire ku li dijî DAIŞê bi awayekî rasterast çekan bide kurdan.

    Navenda nûçeyan —  Li gorî agahiyên li ser nûçeya NYTê rêveberiya DYAyê di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de difikire ku çekan bide kurdan. Lê bi awayekî rasterast.
    Nîqaşên li ser vê yekê niha Konseya Ewlehiya Neteweyî(NSC) tê kirin. Tê gotin ku Obama fermana lezandina şerê li dijî DAIŞê daye û di vê çarçoveyê de beriya ku ji peywira wî biqede dixwaze ku li Raqayê operasyonekê li dar bixe.

    ‘DIBE KU DI NAVBERA TIRKIYE Û DYAYÊ DE GENGEŞÎ DERKEVE'

    Di nûçeyê de tê gotin biçekkirina kurdan ya ji aliyê DYAyê wê bi Tirkiyeyê re bibe sedema gengeşiyan.
    Di çarçoveya plana biçekkirina kurdan, ya ku tê gotin ku ji aliyê Fermandariya Navendî ya Pentagonê ve hatiye amadekirin, DYA wê hin çekên sivik û mihîmatan bide kurdan. Yanî behsa çekên giran ên wekî antî-tank an jî balafiravêjan nayê kirin.
    Lê gelek rayedarên amerîkî dibêjin ku ev plan hêj neketiye rojeva Qesra Spî. Fermandarên amerîkî jî destnîşan dikin û dibêjin ku Amerîka ev planê bo ku kurdan teşwîkî dewamiya şerê li dijî DAIŞê bike amade kiriye.

    ‘DYA HETA NIHA BI AWAYEKÎ FERMÎ ÇEK NEDAYE KURDAN'

    DYA heta niha çek dida komên ereb yên ku bi YPGê re di nava hevkariyê de bûn lê bi awayekî fermî, çek neda kurdan. Lê tê îdiakirin ku Amerîka bo ku alîkariya xwe ya bo YPGê veşêrê alîkariya çekan dida ereban.

    5 rayedarên DYAyî yên di vê mijarê de xwedî agahî ne jî dibêjin biçekirina kurdan parçeyek ji planên têkoşîna li dijî DAIŞê de ye.

    Di nûçeyê de tê amajekirin ku ji ber nêzîkahiya Tirkiye û Rûsya û şerê di navbera YPG û Artêşa Sûriyeyê, rêveberiya Sûriyeyê alîkariya xwe ya çekan ya li ser kurdan qut kiriye.

    ‘DYA DIXWAZE KURDAN AŞ BIKE'

    Tê gotin ku DYA bi vê alîkariyê armanc dike ku nêrîna kurdan ya li hember DYAyê ya piştî operasyona Cerablûsê ya ji aliyê Artêşa Tirk ve hate kirin hinekî biguherîne û kurdan aş bike.









    Bi heman mijarî:

    YPGê nasnameyên 13 şervanên xwe eşkere kirin
    Wêneyên pêşîn ên hedefên YPGê yên di operasyona Mertalê Firatê de rastî êrîşan hatin
    Şanda AKPê ya çû Amerîkayê: Ji bo me tu cudahiya PKKê û YPGê û PYDê tune ye
    Artêşa Tirk êrîşê YPGê kir: 2 şervan birîndar bûn
    Erdogan ji Obama re got: Divê rêveberiya we têkiliyên xwe ji YPGê bibire
    Etîketan:
    hevkarî, têkilî, gengeşî, şervanên kurd, alîkariya çekan, nyt, dya, rojava, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de