14:36 26 Gulan 2018
Li Antalyayê metirsiya bombeyî

Li Antalyayê metirsiya bombeyê

© Foto : AA/ Süleyman Elçin
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Antalyayê karmendekî xelata bi saet ku di şêweyê dînamîtê de bû ya hevalê xwe ji şirketa kargoyê stand û xwest bi wê xelata di şêweyê dînamîtê here faturaya avê razînê.

Antalya — Li Antalyayê karmendekî xelata bi saet ku di şêweyê dînamîtê de bû ya hevalê xwe ji şirketa kargoyê stand û xwest bi wê xelata di şêweyê dînamîtê here faturaya avê razînê. Lê ew xelat di kontrola ewlehî de bû sedema panîkê.

Cihê bûyerê
© AP Photo / AA / Arşîv.
Ayça Çya ku li navçeya Konyaatliya Antalyayê di buroya hiqûqê de dixebitî xwest xelata hevalê xwe Suat A. ku hatibû kargoyê teslîm bistîne. Piştî ku Ayça Ç. Xelata kargoyê wergirt çû Midûriyeta Giştî ya Îdareya Avê ya Şaredariya Antalyayê. Ayça Ç. Dema xwest bi xalata di şêweyê dînamîtê ji X-rayê ji kontrola ewlehî derbas bibe xelata di şêweyê dînamîtê de ji terefê nobedar ve hat ferqkirin.

Keseke ku bombe li ser dixwaze têkeve hûndir

Piştî ku wezîfedarê ewlehî kutuya di şeweyê dînamîtê di destê Ayça Ç. De ferq kir kutî ji destê wê kişand û avête ser kolanê. Di vê navberê de hemwelatiyên ku li avahiya îdareya avê dixwestin fatureyên xwe yên avê razînin li polêsan geriyan û gotin keseke ku di destê wê dînamît heye dixwaze têkeve nava avahiyê.

Li ser îxbara hemwelatiyan gelek polês û tîmên taybet çûne cihê bûyerê û rêyên çûnûhatinê ji trafîkê re girtin. Piştî lêkolînê derket holê ku kutuya di şêweyê dînamîtê de saeteke.

 

 

Bi heman mijarî:

Li Stenbolê metirsiya bombeyê
Li qada Taksîmê metirsiya bombeyê
Li Stenbolê metirsiya bombeyê
Li navenda Londrayê metirsiya bombeyê
Etîketan:
Midûriyeta Giştî ya Îdareya Avê ya Şaredariya Antalyayê, Li Antalyayê metirsiya bombeyî, Suat A, Ayça Ç, Antalya, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de