19:10 22 Çile 2018
Zindî
    Doza KCKê

    Ji bo kesên ji ‘Doza KCKê' tên darizandin daxwaza beraetê hate kirin

    © Foto: fb
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parêzerên kesên ji ber ‘Doza KCKê' tên darizandin ji ber dadger û dozgerên dozê ‘bi hinceta endamtiya FETO/PDYê' girtî ne ji dadgehê daxwaz kirin ku derbarê hemû bersûcan de biryara beratê bide.

    Amed — ‘Doza KCKê' ya esasî li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê destpêkir. Doz di nîsana 2009ê de piştî ku li li hemberî siyasetmedarên kurd operasyon destpêkiribûn û gelek kes hatibûn girtin vebibû. Di dozê de 161 siyasetmedar tên darizandin ku di nava wan de Hevserokê KCDê Hatip Dicle, Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek, şaredar, serokên navçe û bajaran ên DBPê jî hene.

    Di doza îro de endamên Meclîsa Partî yên DBPê Turan Genç, Pero Dundar, Çimen Işık, Olcay Kanlıbaş ên girtî û hin kesên ku negirtî amade bûn. Endamê Meclîsa Partî yê DBPê Turan Genç, balkişand ser girtina dadger û dozgerê doza KCKê ku ji FETOyê girtî ne û wiha got: "Guhdarkirinên jiderveyî yaseyê û avakirina delîlên sexte yên ji bo boçûna dozê biguherîne yên FETOyê, ji hêla Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê derketine holê. Dadgehên taybet jî di bin kontrola vê rêxistinê de kar kirine."

    Piştî Genç, parêzer Cihan Aydin axivî û ji ber heman hincetê daxwaza beraeta hemû bersûcan kir. Doz hîna jî berdewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Doza KCKê a Stenbolê hate bipaşxistin
    Derbarê Kamuran Yuksek 10 sal cezayê girtîgehê tê xwestin
    Kamuran Yuksek şandin girtîgeha Edeneyê
    Siyasetmedarên kurd nehatin berdan!
    Derbarê siyasetmedarên kurd de 5 fezlekeyên nû
    Etîketan:
    Doza KCKê, 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, FETO/PDY, DBP, KCD, KCK, Cihan Aydin, Olcay Kanlibaş, Pero Dundar, Çimen İşik, Turan Genç, Kamuran Yuksek, Hatip Dicle, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de