06:42 28 Gulan 2018
Ahmet Şik

Ahmet Şik: "Erdogan piştgirî da FETO, bila ew jî were darizandin"

© Foto : Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Rojnamevan Ahmet Şik di doza Odatvyê de mafê axaftinê stand û ragihand ku Serokomar Erdogan jî piştgirî da FETO/PDYê bila ew jî were darizandin.

Stenbol — Rojnamevan Ahmet Şik di doza Odatvyê de mafê axaftinê stand û ragihand ku polês, dadger û dozgerê ku lêpirsîna odatvyê dişopandin an hatine girtin an jî reviyane. Serokomar Recep Tayyip Erdogan jî piştgirî da FETO/PDYê bila ew jî were darizandin.

Piştî girtina dadgehên rayedarên bi taybet, doza odatvyê ku bi 13 şikberan wekî rojnamevan Nedim Şener, Ahmet Şik, Soner Yalçin, Yalçin Kuçuk û Midûrê ewlehî yê berê Hanefi Avci, 6emîn rûniştina wan li dadgehe nû dest pe kir.

Doza Odatvyê li Dadgeha Cezaya Giran a 18emîn li Edliyeya Çaglayan Stenbolê dest pê kir. Ahmet Şik li dadgehê di parastina xwe de got: "Dozgerê ku lêpirsîna me kir û biryara binçavkirina me da Zekeriya Oz niha firar e. Dadgerê ku biryara girtinê da niha di girtîgehê de ye. Dozgerê ku îdîaname nivîsand jî reviyaye. Hemû endam û serokê dadgeha ku biryara me birî an girtî an jî firar in. Ma jixwe ji vê jî rewş derdikeve holê. Em dixwazin hemû endamên rêxistinê yên ku sûc kirine werin cezakirin. Serokomar Erdogan jî piştgirî da cemaetê û divê ew jî were cezakirin û em ji vê dozê beraeta xwe dixwazin."

Bi heman mijarî:

Yildirim: "Heke di operasyonên FETO de şaşitî hatibe kirin..."
Serokê Ragihandina Gelemperî ya Serokomariyê: "Operasyona FETO li me zîvirî"
Kurtulmuş: "FETO, ji bo Amerîkayê jî tehdîd e"
Dadgeha Bilind: "Endamên FETO wê ji terefê dadgehên serbixwe ve werin darizandin"
'FETO tenê nikarîbû xwe li Dêrsimê birêxistin bikira'
Etîketan:
Rêxistina Terorîst a Fethullah Gulen (FETO/PDY), Doza Odatvyê, Hanefi Avci, Yalçin Kuçuk, Soner Yalçin, Nedim Şener, Ahmet Şik, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de