08:56 23 Çile 2018
Zindî
    kurd-zarok-rojava-

    Birêveberiya Rojava bersiv da hikûmeta Sûriyeyê

    © AFP 2018/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serjimêriya li Rojavayê bi rê ve diçe, karvednên têvel û cuda anîn. Ji wan jî daxuyaniya Wezîrê Lihevhatina Niştimanî ya Sûriyeyê Elî Heyder bû ku gotibû: “Ev serjimêrî nerewayî û neyasayî ye. Ne jî dewleta Sûriyeyê vê yekê dipijirîne.”

    Navenda Nûçeyan — Elî Heyder berî niha bi televizyona Rûdawê re axivîbû û gotibû: "Axiftin li ser çi proje, kar an gavan ji aliyekî tenê bi bêyî vegera li dezgehên hikûmî yên Sûriyeyê, ti rewayî yan berdewamî ji wan projeyan re tine, bi taybetî eger ji hin aliyan be ku bi hêza çekan li hin navçeyên Sûriyeyê were sepandin."

    "TENÊ GELÊ ROJAVA DIKARE REWAYIYÊ BIDE PROJEYÊ"

    Ji aliyê din ve, Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk bersiva wezîrê Lihevhatina Niştimanî ya Sûriyeyê Elî Heyder da û teqez kir ku tenê gelê Rojava dikare rewaiyiyê bidine projeya serjimêriyê ya "Ez li vê derê me".

    Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk di daxuyaniyekê de ragihand: "Me planeke giştgir ji bo serjimêriya navçeyên Rojava danîbû. Wiha jî armanca me ji projeya serjimîriya (Ez li vê derê me) ew e ku lêkolîneke giştgir derbarê hejmara nişteciyên Rojavayê Kurdistanê bibe, bi mebesta bingehkirina projeya sîstema federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê û amadekariyê ji bo pêkanîna hilbijartinan li gorî van serjimêîriyan ku ev bi xwe gaveke sereke ye ber bi avakirina civakeke demokratîk ve, herwiha alîkariyê dike ji bo planên erênî ber bi paşeroja Sûriyeya demokratîk a azad ve."

    "SERJIMÊRÎ DÊ DEVERÊN NÛ-RIZGARKIRÎ JÎ PÊK WERE"

    Di heman daxuyaniyê de hatiye gotin: "Mebest ji vê projeyê peydakirina zemîneke guncav e, ji bo projeyên aborî û warên din ên jiyana gel.

    Herwiha Daxuyaniyê Elî Heyder binav kir û got: "Em bi taybetî behsa Wezîrê Lihevhatina Niştimanî ya Sûriyeyê Elî Heyder dikin û dibêjin: Tenê ji mafê gelê me heye ku rewayiyê bide projeya serjimêriyê. Ev projeya ku bi awayekî nerênî bandorê li ser ti pêvajoya siyasî li Sûriyeya paşerojê nake, ji ber ku navçeyên ku serjimêrî lê dibe azad bûne û di demeke hatî de sîstema federasyonê radigihînin.

    Ji aliyekî din ve, hat ragihandin ku serjimêrî dê li deverên nû hatine rizgarkirin jî pêk were.

     

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye û Kurdên Rojava: “Serkeftiyê vê pêşbirikê dê Amerîka be”
    Endamên ENKSê li Rojava grêva birçîbûnê bi dawî kirin
    Li ser sînorê Sûriyê û Rojava 887 ket hatin girtin
    Polêsan dest danîn ser malzemeyên alîkariyê yên Komeleya Rojava
    Demirtaş wekaleta xwe ya qurbanê da Komeleya Rojava
    Rêveberiya Rojava li Hollandayê jî nûnertiya xwe vekir
    Etîketan:
    hilbijartin, federasyon, serjimêrî, Birêveberiya xweser a Rojava, Elî Heyder, Sûriye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de