08:55 28 Gulan 2018
hdp

HDP bo akademîsyen û mamosteyan name şand saziyên navneteweyî

© Foto: AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

HDP bo akademisyen û mamsoteyên ku ji kar hatin derxistin nameyek şand ji nûnerên saziyên navneteweyî û banga piştgiriyê kir.

Navenda nûçeyan - Hevserokên HHDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag îro bo akademisyen û mamosteyên ji kar hatin derxistin, nameyek ji nûnerên saziyên navneteweyî re şandin.

Di nameye de tê gotin ku AKP bi hinceta hewldana derbeya leşkerî kurd û dijberan ji xwe re kiriye hedef.
Di nameye de derbarê akademisyen û mamosteyên endamên Egitim Senê yên ji kar hatin dûrxistin û avêtin de jî gelek hûrgilî hatin parvekirin.

Buroya Çapemeniyê ya HDPê derbarê nameye de daxuyaniyek da û got: ‘Hevserokên me bang li aktivîstên navneteyî kirin ku li hember kiryarên otoriter yên li saziyên perwerdehî û sendikal de rawestin û piştevaniya akademisyen û mamosteyan bikin.'

NAME JI KÊ RE HATE ŞANDIN?

Navên ku ji wan re name hate şandin wiha ne:

‘Komîserê Mafên Mirovan yê NYyê Zeîd Raad Zeîd El Huseyîn, Komîserê Mafên Mirovan ya Konseya Ewrûpayê Nil Muiznieks, Sekreterê Gelemper yê Konseya Ewrûpayê Thorbjorn Jagland, Komîsyonerê Firehbûna Komîsyona Ewrûpayê Johannes Hahn, Nûnera Bilind ya Polîtîkayên Parastin û Têkiliyên Derve ya Yekitiya Ewrûpayê Federica Mogherini, Serokê Parlementoya Ewrûpayê Martin Schulz û Raportora Parlementoya Tirkiye ya Parlementoya Ewrûpayê Kati Piri'

Bi heman mijarî:

Li Amedê 19 mamosteyên endemê Egitim-Senê hatin desteserkirin
Mamosteyên ''Mamoste'' jî ji kar hatin dûr xistin...
Rojava - Mamosteyên kurdî ji bo dibistanan tên perwerdekirin
Yekîtîya Mamosteyên Herêma Kurdistanê mehaneyên xwe dixwazin
Mamosteyên zimanê kurdî dest bi kar kirin!
Derheqê mamosteyên ‘Aştîxwaz' lêpirsîn!
Etîketan:
banga piştevaniyê, mamosteyên kurd, name, saziyên navneteweyî, fîgen yuksekdag, selahattîn demîrtaş, enqere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de