23:39 23 Gulan 2018
    Şaredarî - kayyum - kayum

    Qeyûm dest danî ser şaredariya Hezexê jî

    Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên bajarên kurdan hîn jî berdewam dike. Hat ragihandin ku îro qeyûm dest danî ser şaredariya navçeya Hezexê ya Şirnexê jî.

    Şirnex -Duh Wezareta Hundir ya Tirkiyeyê di çarçvoeya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê de Hevserokê Şaredariya Hezexê Mehmed Muhdi Aslan ji kar derxistibû.

    Îro qeymeqamê navçeyê Ersin Tepeli wek qeyûm li ser şaredariyê hat tayînkirin.

    Ji aliyekî din ve, piştî vê biryarê bergiriyên ewlehiyê li derdora avahiya şaredariyê hatin zêdekirin.

    Herwiha polîsan girt ser mala şaredarê Mehmed Muhdi Aslan û dest danî ser telefon û kompûtera wî.

    Lêgerîna di malê de hîn berdewam dike.

    Ji aliyekî din ve, Hevşardera Hezexê  Nevin girasun berî mehekê bi îdia "endambûna terorê" û "alîkariya rêxistina terorê" hatibû binçavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Pirsûsê gel bertek nîşanê qeyûm dan û alozî derket: 4 desteserkirî
    Ji bo 28 şaredariyan qeyûm hatin tayîn kirin
    Dadgehê qeyûm tayînî MHPê kir
    Nûnera YEyê ji bo tayînkirina qeyûman daxuyanî da
    CHPê li Amedê tayînkirina qeyûman nirxand: Sextekarî ye
    HDP: Em derbeya qeyûman qebûl nakin
    Etîketan:
    qeyûm, teror, şaredarî, Ersin Tepeli, Nevin girasun, Mehmed Muhdi Aslan, Şirnex, Hezex
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de