09:11 26 Gulan 2018
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Fîkrî Işik

Işik: "Planeke me em piyadeyan bişînin Sûriyeyê tuneye"

© Foto
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê Fikri Işik derheqê operasyona Mertalê Firadê de daxuyaniyek da û ragihand ku tu planeke me ku em piyadeyan bişînin Sûriyeyê tuneye.

Navenda Nûçeyan — Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê Fikri Işik derheqê operasyona Mertalê Firadê de daxuyaniyek da û ragihand ku tu planeke me ku em piyadeyan bişînin Sûriyeyê tuneye. Lê bi hemû cûrên alîkariyê em piştgiriyê didin Artêşa Sûriyeya Azad.

Em ê di alîkariya ASAyê de berdewam bin

Fikri Işik di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heke hewceyî bi ketina El Babê hebe em ê herin wir jî. Li gorî planên me şandina piyadeyan tuneye, li şûna wan em ê vî karî bi Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) operasyonê birêve dibin. Di planên niha de tevlibûna piyadeyan ne di rojevê de ye."

Bila herkes li ser axa xwe bijî

Wezîrê tirk di dirêjiya axaftina xwe de got: "Mirovên sûriyeyî di parastina axa xwe de piştgiriya Tirkiyeyê gelekî girîng dibînin. Em vê alîkariyê didin wan, daxwaza me ku ASAyê axa xwe ji terorîstan paqij bi taybetî jî ji YPGê paqij bike. Bila herkes li herêma xwe bijî.

 

 

 

Bi heman mijarî:

Nûnerê Obama McGurk dîroka operasyona Mûsilê eşkere kir
Serokê Baroya Sêrtê di operasyona FETOyê de hate desteserkirin
“Heşda êzidî û PKK dê beşdarî operasyona Mûsilê bibin”
Di operasyona Mertalê Firadê de du leşkeran jiyana xwe ji dest da
Li 13 bajaran operasyona FETOyê
Etîketan:
Operasyona Mertalê Firadê, Artêşa Sûriyeya Azad (ASA), Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê, Fikri Işik, Tirkiye, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de