20:28 24 Gulan 2018
    Salih Mislim

    Mislim: "Planeke me heye, lê Tirkiye wê çi bike nizanim"

    © Foto : AA/ Mustafa Öztürk
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim di daxuyaniya xwe de ragihand ku dema dagirkerî dest pê kir me got Tirkiye wê têkeve teqana Sûriyeyê.

    Navenda Nûçeyan — Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim di hevpeyvîna xwe ya radyoya dengê Amerîkayê de ragihand ku dema dagirkerî dest pê kir me got Tirkiye wê têkeve teqana Sûriyeyê, êdî ne diyare wê çi bike. Planeke me, stratejiyeke me heye, çi dibe bila bibe em ê xwe biparêzin. Kî bi ser me de were em ê bi bersiveke dijwar li ber xwe bidin.

    Salih Mislim di hevpeyvîna xwe de operasyona Mertalê Firadê ya Artêşa Tirkiyeyê nirxand û got: "Zêdetirî 2 sal in tu têkilî û pêwendiyên me bi Tirkiyeyê re tunin. Tirkiye dibêje YPG û PYD dixwaze dewleteke kurdî ava bike. Lê heta niha me îdîaye wiha nekiriye û me tiştekî wiha negotiye. Me behsa dewleta serbixwe nekiriye û projeyên me vekirîne. Bi rastî em Sûriyeyeke demokratîk diparêzin 3u dixwazin kurd bigihîjin mafê xwe."

    Mislim di dirêjiya axaftina xwe de got: "Divê hem ji hêla bawerî û hem jî ji hêla nîjadiyê azadî hebe. Ji bo ve hemû gelê Sûriyeyê kurd, ereb û suryanî li qadê şer dikin. Tucarî di nava daxwaziyên me de perçekirina axê cih negirtiye û hetanî ji destê me were em ê li dijî perçebûnê derkevin. Em Sûriyeke yekpar dixwazin."

    Bi heman mijarî:

    Mislim: "Armanca me avakirina Sûriyeya demokratîk e"
    Ji Mislim bo Erdogan: "Eqliyeta Kasimpaşa li Cerablusê qelibî"
    Mislim: ‘Em ê bajarê Reqqayê rizgar bikin'
    Mislim: 'Li Sûriyeyê federalî jî di nav de her tişt gengaz e'
    Salih Mislim: ‘Operasyona veguhestina tirba Şah Silêman min kordîne dikir'
    Etîketan:
    Operasyona Mertalê Firadê, Hevpeyvîna radyoya dengê Amerîkayê, Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Salih Mislim, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de