00:42 18 Çile 2018
Zindî
    Li hemberî balyozxaneya Îsraîlê ya li Enqereyê hewldana êrîşê

    Li hemberî Balyozxaneya Îsraîlê ya li Enqereyê êrîşa bi kêrê pêk hat

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîfedarên Asayişê gule bera lingên êrîşkarekî dan ku dixwest bikeve Balyozxaneya Îsraîlê ya li Enqereyê . Li ber avahiyê pakêtek biguman hate dîtin.

    Enqere — Kesekî xwest bi kêrê êrîşî ser Balyozxaneya Îsraîlê ya Enqereyê bike lê polîsan gule bera lingên wî da û ew bêbandor kirin. Li gorî nûçeya CNN Turkê êrîş ji hêla kesekî ji bajarê Konyayê ye, navê wî Osman Nuri Çalişkan e û sala 1978an de hatiye dinê.

    Osman Nuri Çalişkan ê êrîş bir ser Balyozxaneya Îsraîlê
    © Foto: DHA
    Osman Nuri Çalişkan ê êrîş bir ser Balyozxaneya Îsraîlê

    PAREZGEHA ENQEREYÊ: ÊRÎŞKAR DIRBÊ DÎNAN DIDE

    Li gorî daxuyaniya Parêzgeha Enqereyê pêwendiya êrîşkar bi ti rêxistinan re nîne û lêpirsîn berdewam dike.

    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di encama lêpirsîna destpêkê de hatiye nirxandin ku Osman Nuri Ç dirbê dînan dide û ti têkiliya wî bi rêxistinan re nehatiye dîtin. Derbarê mijarê de lêkolîn û lêpirsîn berdewam dikin."

    ‘ÊRÎŞKAR BERIYA ÊRÎŞÎ TEKBÎR ANÎ'

    Hîna nayê zanîn ku ti armanceke siyasî ya êrîşka heye an na. Lê li gorî zanyariyên çavkaniyên ewlekariyê dane Reutersê êrîşkar beriya ku gule bixwe tekbîr aniye.

    CNN Turkê ew agahî parvekir ku êrîşkar gotiye 'Em ê hemû Rojhilata Navîn biguherînin' û aqlê wî ne li cî bûye.

    Di demên dawî de êrîşên bi kêran gelek caran li Îsraîlê tên dîtin. Gelek filistînî him li hemberî wezîfedarên ewlekariyê yên îsraîlî û him jî li hemberî niştecihên cihû êrîşên bi kêran lidar dixin.

    LI BER AVAHIYA BALYOZXANEYÊ ÇENTEYÊ BIGUMAN HATE DÎTIN

    Di vê navberê de li ber avahiya Balyozxaneyê çenteyekî biguman hate dîtin. Hate diyarkirin ku çente yê êrîşkar e û li bendene ku pispor werin çente bi awayekî bikontrol çente biteqînin.

    WEZARETA KARÊ DERVE YA ÎSRAÎLÊ: XEBATKAR DI EWLEHIYÊ DE NE

    Piştî êrîşê Wezareta Karê Derve ya Îsraîlê daxuyaniyek belav kir û got: "Xebatkar di ewlehiyê de ne. Êrîşker bêyî ku karibe bigihêje balyozxaneyê birîndar bû. Êrîşkar ji hêla wezîfedarekî ewlekariyê yê tirk ve hate birîndar kirin."

    MASLAHATGUZARÊ ÎSRAÎLÊ ORAN:POLÎSÊN TIRK WEZÎFEYA XWE KIRIN

    Maslahatguzarê Îsraîlê Amira Oron jî diyar kir ku "Di dema êrîşê de ez ji Parêzgeha Enqereyê derdiketim û di rêya balyozxaneyê de bûm. Polîsên tirk wezîfeya xwe kirin."

    Bi heman mijarî:

    Li DYAyê êrîşa bi kêrê: Êrîşkarê ku 8 kes birîndar kir hate kuştin
    Polîsên Londonê: Têkiliya êrîşa bi kêrê bi terorê re tune ye
    Li Fransayê bi kêrê êrîşî polîs kirin: Polîsek birîndar bû
    Li Awistûryayê êrişa bi kêrê: 2 kes birîndar bûn
    Li Swîsreyê êrişa bi kêrê: 6 kes birîndar bûn
    Li Belçîkayê bi kêrê êrîş: 2 polîsên jin birîndar bûn
    Etîketan:
    êrîşa bi kêrê, tekbîr, îsraîlî, filistînî, Balyozxaneya Îsraîlê ya li Enqereyê, Wezareta Karê Derve ya Îsraîlê, CNN Turk, Osman Nuri Çalişkan, Konya, Enqere, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de