09:12 22 Gulan 2018
    Alîkariya ji Bakurê Kurdistanê bo bajarê Qamişlo

    Medico: Leşkerên tirk malzemeyên ku bi dest dixin, dikin qenciya xwe û li gel belav dikin

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Xebatkarê Medico International, Thomas Seibert, diyar kir ku leşkerên tirk malzemeyên alîkariyê yên ku bi dest dixînin li ser navê xwe li gel belav dikin.

    Navenda nûçeyan — Thomas Seibert ê xebatkarê saziya alîkariyê ya alman Medicoyê ye, derbarê rewşa alîkariyan de hin daxuyanî da malpera Telepolisê.
     Seibert diyar kir ku wan berê jî alîkariya, xwarin, malzemeyên tibî û  înşeatê li gelek bajarên kurdan û Rojava kirine.

    ‘DESTÛRÊ NADIN TIRAN Û HER CEZAYAN LI WESAYETÊN ME DIBIRIN'

    Seibert, diyar kir ku ew dixwazin bi rêya tirên xwe alîkariyê ji Sûr, Silopiya, Cizîr, Nisêbîn, Kerboran, Dêrik, Ferqîn, Şirnex û Geverê re bişînin lê polêsên tirk bi hinceta ku tirên wan 'gelekî mezin in' desturê nade wan û wan paşde vedigerîne. Ji ber vê yekê ew jî mecbur dimînin ku malzemeyên xwe yên alîkariyê bi wesayetên biçûktir bar bikin.
    Seibert diyar dike ku polês cezayê li wesayetên biçûk jî dibirin û dikevin taqîbateke mezin.

    ARTÊŞA TIRK MALZEMEYÊN KU BI DEST DIXE LI SER NAVÊ ARTÊŞÊ BELAV DIKE

    Seibert amaje kir ku polêsan bi ser gelek depo û tirên wan girtine û dest danîne ser malzemeyên wan ên alîkariyê. Malzemeyên desteserkirî piştî hewldana parêzeran dîsa ji polêsên tirk hatine standin
    Seibert ragihand ku artêşa tirk malzemeyên desteserkirî mîna ku ‘alîkariya artêşê be' li gel belav dike.

    XEBATKARÊN MEDICOYÊ TÊNE GIRTIN Û BI HINCETA ENDAMÊN PKKÊ TÊNE SUCDAR KIRIN

    Li gorî agahiyên ku Seibert dide, Tirkiye bo ku pêşî li belavkirina alîkariya mirovî ya li bajarên kurdan û Rojava bigre xebatkarên wan desteser dike.
    Herwiha dest datîne ser telefonên wan û wan bi rojan desteser dikin.

    Seibert ê xebatkarê Medicoyê diyar dike û dibêje ku alîkariyên ku ew bo Rojava dişînin ji aliyê Tirkiyeyê bi hinceta ku ‘alîkariya bo PKKê' asteng dikin.

    Bi heman mijarî:

    Hikumeta Sûriyeyê ji bo serjimêriyê rêvebiriya Rojava hişyar kir
    Rojava - Mamosteyên kurdî ji bo dibistanan tên perwerdekirin
    Partiyên Rojava ji bo kiryarên Tirkiyayê bangî Neteweyên Yekbûyî kirin
    Ji bo cejnê li Rojava tedbîrê ewlekariyê hatin zêdekirin
    Li kantonên Rojava ji bo zilaman leşkeriya mecbûrî
    Tirkiya ji bo nûnertiyên PYDê bertek nîşanê welatên Rojava da
    Etîketan:
    şerê siyasî, destdanîn, astengkirin, alîkariya mirovî, rojava, Thomas Seibert, almanya, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de