12:40 27 Gulan 2018
Brett McGurk

Nûnerê Obama McGurk dîroka operasyona Mûsilê eşkere kir

© AFP 2018 / MANDEL NGAN
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Nûnerê Serokê Amerîkayê Barak Obama yê taybet Breet McGurk dîroka operasyona rizgarkirina Mûsilê eşkere kir.

Navenda Nûçeyan — Breet McGurk tevlî hevdîtina Serokê Amerîkayê Barak Obama ya ku bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re kir bû û piştî hevdîtinê daxuyaniyeke taybet de ragihand ku beriya qedandina sala 2016an wê operasyona rizgarkirina Mûsilê dest pê bike. Heyder Ebadî ji bo civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya 71emîn çûbû New Yorkê.

McGurk di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li gorî dîtina min berî ku sala 2016an biqede wê operasyona Mûsilê dest pê bike. Dîroka operasyonê herî zêde berpirsên leşkerî tayîn dike. Wê şerekî pir dijwar be, lê amadehiyên me jî hene, wekî amadehiya operasyonê Pêşmergeyan operasyonên gelekî serkeftî pêk anîn."

Li gorî zanyariyên berdest ku ji McGurk hatin wergirtin Obama û Ebadî di hevdîtina xwe de mijara têkiliyên Bexda û Hewlêrê jî nirxandine.

Bi heman mijarî:

McGurk serdana Hewlêrê dike
Brett McGurk teqînên Qamişloyê şermezar kirin
Amerîka çûna McGurk a Kobanî derewand
Barzanî û nûnerê Obama Brett McGurk hevdîtinek pêk anîn
Etîketan:
Dîroka operasyona Mûsilê diyar bû, Serokwezîrê Iraqê, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê, Barak Obama, Heyder Ebadî, Breet McGurk, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de