01:18 24 Mijdar 2017
Zindî
    desteserkirin-binçavkirin

    Li Amedê 19 mamosteyên endemê Egitim-Senê hatin desteserkirin

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Li Amedê di encama serdegirtina malan de 19 mamosteyên ji kar hatibûn derxistin, ji hêla polîsan ve hatin desteserkirin. Mamoste Songul Kartal û pitika wê ya 10 rojî piştî demekê serbest hatin berdan.

    Amed — Polîsan destê sibê li Amedê girt ser mala 25 mamosteyên ji kar hatine dûrxistin û endamên Egitim-Senê ne. Di encama serdegirtinan de 19 mamoste hatin desteserkirin ku yek ji wan jina bi navê Songul Kartal e û 10 roj berê zarokek jê re çêbuye.

    6 mamoste jî ji ber ku ne li malên xwe bûn nehatin desteserkirin û tê texmînkirin ku hejmara desteserkirinan zêdetir bibin.

    Di vê navberê de Mamoste Songul Kartal ku bi pitika xwe ya deh rojî re li Amedê di encama serdegirtina malan de hatibû desteserkirin, serbest hate berdan.

    Bi heman mijarî:

    Raci Bilici: ‘Hikûmet tolê ji mamosteyan hiltîne'
    Li Amedê 5 mamoste û 3 xwendevan hatin desteserkirin
    Parêzgeha Amedê ew nûçe derewand ku dihate gotin ‘wê mamoste îadeyî wezîfeyê bibin'
    Mamosteyên ''Mamoste'' jî ji kar hatin dûr xistin...
    Dibe ku ji 130 hezaran zêdetir mamoste ji kar bêne dûrxistin
    Etîketan:
    polîs, serdegirtina malan, desteserkirin, mamoste, Egitim-Sen, Songul Kartal, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de