06:26 24 Çile 2018
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: "Ne Rûsya û ne jî Sûriye êrişî konvoya NY nekiriye"

    © Sputnik/ Vladimir Astapkovich
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo êrişa konvoya alîkariya însanî ya NY ragihand ku Rûsyayê êriş nekiriye û negengaz e ku Sûriyeyê jî ev êriş pêk anîbe.

    Navenda Nûçeyan - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo êrişa konvoya alîkariya însanî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di hevpeyvîna xwe ya televîzyona Rossiya 1 de ragihand ku Hêza Hewayî ya Rûsyayê êriş nekiriye û negengaz e ku Artêşa Sûriyeyê jî ev êriş pêk anîbe.

    Hêza Hewayî ya Sûriyeyê êvarî nafire

    Sergey Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Artêşa me jî û Hêza Hewayî jî daxuyaniya belav kirin ku cihê bûyer lê qewimiye ne li wir bûn. Jixwe negengaz e ku Artêşa Sûriyeyê jî li wir be. Lewra êrişa konvoya alîkariya însanî di saetên êvarî de pêk hat. Hêza Hewayî ya Sûriyeyê êvarê nafire û derfeteke wan wiha jî tuneye. Her wiha êriş dema ku piraniya alîkariya însanî li Helebê hat valakirin pêk hat."

    Ji aliyê din ve Cîgirê Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Qesra Spî Ben Rhodes jî di daxuyaniya xwe de got: "Li gorî nêrîna me êrişa konvoya alîkariya însanî ya rastî êrişa Rûsyayê yan jî ya Artêşa Sûriyeyê hat. Li gorî zanyariyên ber destê me hemû nişane êrişeke hewayî nîşan didin. Ev jî tê wê wateyê ku tenê du alî berpirsyar in, hikumeta Rûsya û ya Sûriyeyê. Di her rewşê de wekî sûcdar em Rûsyayê berpirsyar dibînin."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Girîng e ku Amerîka berpirsyariyên xwe yên li Sûriyeyê bi cih bîne
    Lavrov: Em di derbarê Qibrisê de girêdayî sekna xwe ne
    Rê ji bo Obama hatin girtin lê Lavrov bi meşê çû NYyê
    Moskova: "Ji bo serdana Lavrov ya Enqereyê em hevdîtinan pêk tînin"
    Lavrov daxwaza xwe ya ji bo eşkerekirina naverok a peymanê dubare kir
    Etîketan:
    Êrişa konvoya alîkariya însanî ya Neteweyên Yekbûyî, Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Cîgirê Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Qesra Spî, Ben Rhodes, Sergey Lavrov, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de