06:42 28 Gulan 2018
Dibistan

Dibistanên taxa Şêxmeqsûda Helebê têne vekirin

© Foto : BestaNûçe
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî zanyariyên berdest, piştî demeke dirêj ji qutbûnê, ji bo vekirina dibistanên taxa Şêxmeqsûd a Helebê amadekarî têne kirin.

Heleb — Li ser daxwaziya Buroya Perwerde ya taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, Şaredariya Gel a taxê dest bi sererastkirin û paqijkirina dibistanên ku dê ji bo sala nû ya perwerdehiyê werin vekirin kir.

Dibistanên ku îsal dê werin vekirin û amadehiya vekirinê li wan tê kirin ev in: "El-Berra Bin Malik, Aya Qasim, Rifet Hacî Serî û Alan Mihemed." Yek ji berpirsên Komîteya Rêveberiya Dibistanan a girêdayî Buroya Perwerde Alfet Hesen diyar kir ku wan par gelek zehmetî kişandin, wê demê ji bo ewlehiya mamoste û şagirtan 6 mehan dibistan hatin girtin.

Alfet Hesen bal kişand ku wan dest bi amadekariyên vekirina dibistanan kiriye, navên xwendekaran qey dikin û got ku gelek şagirtên nû tên û navên xwe qeyd dikin.

Berpirsa komîteyê ragihand ku wekî her welatiyekî Sûriyeyê hêvî kir ku ev sal cudayî par be û ev topbarana li ser taxê were sekinandin da ku xwendekar bi hêsanî perwerdehiya xwe bibînin.

Bi heman mijarî:

Terorîstan dîsa êrişî taxa Eşrefiyeyê kirin
Li hemberî taxa Şexmeqsûdê êriş: 2 kes mirin 2 jî birîndar bûn
YPG: Li taxa Şexmeqsûd 10 terorîst hatin kuştin
Taxa Seken Şebabî ji çekdarên SUKê hat paqijkirin
‘Li taxa Şêx Meqsûdê bi hezaran milîtan kom bûne'
Etîketan:
Dibistanên taxa Şêxmeqsûs vedibin, Komîteya Rêveberiya Dibistanan a girêdayî Buroya Perwerdeyê, Alfet Hesen, Helebê, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de