16:46 27 Gulan 2018
DAIŞ

'DAIŞ bi riya qaçaxçiyên Tirk lebat û zarokan difiroşe'

© AP Photo /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat îdia kirin ku DAIŞ piştî kul i Iraq û Sûriyeyê ax ji destê xwe wenda kir û dahatên wê yên neftê kêm bûn, ji bo ku pereyan bi dest bixe bi navbeynkariya Tirkan qaçaxtiya lebatên endamên xwe û zarokan dike.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeyeke Iraqî Newsê DAIŞ bi qasî 23 lebatên ku ji endamên xw eyên mirî an jî birîndar girtiye bi riya qaçaxçiyên Tirk difoşin. Hat diyar kirin ku saziya Tirk a navbeynkariyê dike, di heman demê de qaçaxçîtiya zarokan jî dike.

Çavkaniyekê ji Iraqî Newsê re ragihand kul ebat ji endamên DAIŞê yên li nexweşxaneyên Ninovayê tên girtin û got "di nava lebatên tên dizîn de gurçik jî hene. Piştî ku ev hatin girtin, di bin kontrolên ewlehiyê yên berfireh de sewqê nexweşxaneyeke din a li derveyî bajêr hatin kirin."

Çavkaniyê dest nîşan kir ku DAIŞê ev çlakiya dahateyên rêxistinê kêm bûn şûnde da destpê kirin û anî ziman ku zêdetirî 30 zarokan jî ji bo qaçaxçiyên Tirk hatin firotin.

Bi heman mijarî:

Mark Toner: DAIŞ şeytan e, divê em wê têk bibin
“DAIŞ û Tirkiyeyê li hev kir; Ji Cerablusê venekişiyan, tenê riha xwe jê kirin”
Dîrektorê FBIyê: "DAIŞ biqede jî wê metirsiya terorîzmê bidome"
DAIŞ: ‘Bila Xweda pêşî fetha Stenbol û paşê jî ya Romayê bike nesîbê me'
DAIŞ dîsa êrişî gundê Um-Hoşê kir
DAIŞ, li Enqereyê di avahiyeke kirêkirî de 30 zarok perwerde kirine
Etîketan:
firotin, qaçaxçî, zarok, lebat, DAIŞ, Iraqî News, Ninova, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de