01:41 19 Hezîran 2018
Asli Erdogan

Îtiraza ji bo girtina Asli Erdogan careke din hat red kirin

© Foto : http://www.polskieradio.pl
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Îtiraza ji bo girtina nivîskara endam a lijneya şêwirmend a weşana Rojnameya Ozgur Gundemê Asli Erdogan careke din hat red kirin.

Navenda Nûçeyan — Dadgeriya Ceza ya Sulha 5emîn a Stenbolê di 5ê Îlonê de îtiraza ji bo girtina Asli Erdogan a ji aliyê parêzerên wê ve hatibû kirin, red kiribû. Parêzerên Erdogan careke din ji bo girtina wê daxwaznameya îtirazê da. Dadgeriya Ceza ya Sulha 3yemîn a Stenbolê ev daxwaza jî red kir.

Asli Erdogan aku bi ‘propaganda rêxistinê', ‘endamtiya rêxistinê' û ‘teşwîqkirina gel' hatibû sûcdar kirin, bi sûcdariya ‘endamtiya rêxistina çekdarî' hatibû girtin.

Rojnameya Ozgur Gundemê bi biryara Dadgeriya Ceza ya Sulha 8emîn a Stenbolê bi hinceta ‘propagandakirina rêxistinê' bi demkî hatibû girtin.

Bi heman mijarî:

Nivîskarên cihanê piştgiriya nivîskar Asli Erdogan kirin
Ji bo nivîskar Asli Erdogan ‘Nobeta Azadiyê' destpêdike
149 nivîskaran ji bo Asli Erdogan daxuyanî da
Nivîskara Ozgur Gundemê Asli Erdogan şandin dozgeriyê
Nivîskar Asli Erdogan rakirin nexweşxaneyê
Etîketan:
girtin, daxwaz, redkirin, îtiraz, Dadgeriya Ceza ya Sulha Stenbolê, Rojnameya Ozgur Gundemê, Asli Erdogan, Stenbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de