15:01 12 Kanûn 2017
Zindî
    Ayhan Sefer Ustun

    Parlementerê AKPê Ustun: Divê di nav AKPê de jî paqijî bê kirin

    © Foto: AA/ İbrahim Yozoğlu
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlementerê AKPê yê Sakaryayê Ayhan Sefer Ustun, diyar kir ku gelek endamên FETOyê di nava AKPê de bicih bûne lewma jî divê operasyona pakijiyê bê kirin.

    Navenda nûçeyan — Ustun derbarê operasyona FETOyê ya ku piştî hewldana derbeya leşkerî dest pê kir de hin daxuyanî da û got: ‘Em her carê dubare dikin. Em ê hemû saziyan ji endamên FETOyê paqij bikin. Ev rêxistina hov di nava 40 salan de li gelek saziyan bi cih bûne. Yên ku dibêjin FETO neketiye nava AKPê sawîlke ne.'

    ‘GEL DI HILBIJARTINAN DE WÊ HESABÊ KESÊN JIYANA XWE JI DEST DANE BIPIRSIN'

    Parlementer Ustunê ku dibêje FETO ketiye nava AKPê jî, diyar dike ku hin daxwazin gel ji wan heye. Yek jê jî paqijkirina endamên FETOyê yên di nava AKPê de ne.
    Ustun diyar dike ku ger AKPê ji FETOyê neyê paqijkirin wê gel di hilbijartinan de hesabê kesên di dema hewldana derbeya leşkerî de jiyana xwe ji dest dan bipirsin. Lewma jî divê AKP bi lez xwe ji FETOyê paqij bike.

    ‘KESÊN ENDAMTIYA FETOYÊ KIRINE, WÊ BÊNE CEZAKIRIN'

    Ustin amaje dike û dibêje ku ew hêvî dike k udi rojên pêş de endamên FETOyê yên di nava partiye bêne neqandin û wiha pê de çû: ‘Gel ji me re dibêje ku we hemû endamên FETOyê yên li saziyê perwerdehî, tenduristî, ewlekarî û hwd. de eşkere kirin û ji kar avêtin. Niha jî dora paqijiyê hatiye partiye. FETOya di nava partiyê de paqij bikin.'
    Ustun dibêje ku kesên ku endamtî, piştevaniya FETO û derbeyê kirine wê bêne cezakirin. Bi vê yekê wê paqijiyeke siyasî jî bê kirin.

    Bi heman mijarî:

    Li 13 bajaran operasyona FETOyê
    Sakik: Gava hûn û FETOyê pev şa dibûn, we em diçewisandin
    Endamên FETOyê, li ser Zambiyayê derbasî Amerîkayê bûne
    Ji Akşenerê bo Erdogan: "îlankirina neteweperestan bi endamtiya FETOyê şaşî ye"
    Li Sêrtê 510 kes ji ber lêpirsîna FETOyê hatin girtin
    Cîgirê Hakan Fidan ê berê ji FETOyê hat girtin
    Rojnameger jî di nav de 4 kes ji FETOyê hatin girtin
    Etîketan:
    endamê fetoyê, paqijiya siyasî, feto, hewldana derbeya leşkerî, akp, şer, Ayhan Sefer Ustun, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de