15:36 21 Hezîran 2018
Şaredarî - kayyum - kayum

Hevşaredarên Hezexê ji wezîfeyê hatin dûrxistin

Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hevşaredarên navçeya Hezexê Mehmet Muhdi Aslan û Nevin Giresun ku girtiye ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji wezîfeyê hatin dûrxistin.

Şirnex — Hevşaredarên navçeya Hezexê ya Şirnexê Mehmet Muhdi Aslan û Nevin Giresun ku girtiye ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Li ser daxwaznameya ku Midûrê Giştî yê Rêvebiriya Herêmî Omer Doganay ve pêşkeşî Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê kir, ji aliyê wezîr Suleyman Soylu ve hate erê kirin û hevşeredar ji wezîfeyê hatin dûrxistin.

Hate ragihandin ku dûrxistina hevşaredaran bi hinçeta "Endamtiya rêxistinê û alîkarî dane rêxistinê" ji wezîfeyê hatine dûrxistin.

Tê payîn ku bi dûrxistina hevşaredaran ji bo Şeradariya Hezexê kayum bê tayînkirin.

Bi heman mijarî:

Ji bo rêvebiriya Boydak Holdîngê kayyum hate tayînkirin.
'Heke ku kayyum werin wê şer gurtir bibe''
Li cihê 3 mixtaran kayyûm hatin peywirdarkirin
Etîketan:
kayum, daxwazname, dûrxistin, wezîfe, hevşaredar, Suleyman Soylu, Nevin Giresun, Mehmet Muhdi Aslan, Şirnex, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de