01:55 25 Hezîran 2018
Amal Clooney

Parêzera Nadya Mûrad, Amal Clooney: Haya min ji xetereyên dozê heye

© REUTERS / REGIS DUVIGNAU
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Parêzera Mafên Mirovan Amal Clooney ya ku parêzeriya Nadya Mûrad a ku ji komkujiyên DAIŞê bi saxî filitî dike, diyar kir ku haya wê ji xetereyên dozê heye.

Navenda nûçeyan -  Parêzera Mafên Mirovan Amal Clooney ya ku parêzeriya Nadya Mûrad a ku ji komkujiya Şingalê bi saxî filitî û ji aliyê NYyê weke balyoza niyetapak hate hilbijartin dike, derbarê doza de hin daxuyanî da.
Clooney ya hevjîna aktorê navdar  Geroge Clooney e beşdarî bernameya Today Showê bû û li wê derê hin daxuyanî da.
Clooney destnîşan kir ku ew berê bi George re li ser doza ku wê li dijî DAIŞê bimeşînin axivîne û ew hay ji xetereyên dozê jî hene.
Clooney derbarê tiştên ku ji serê keça êzidî Nadya Mûrad re derbas bûne axivî û diyar kir ku tiştekî ji van tiştan xerabtir tune ye ku bê serê mirovan.

XELETIYAN NEKIN, KOMKUJÎ BI XELETÎ NAYÊN KIRIN

Nadya Mûrad roja îniyê li navenda NYyê ya li New Yorkê wek balyoza niyetapak hate ragihandin.
Clooney di axaftina xwe ya merasîmê de got: ‘Ez gelekî şerm dikim ku me guhên xwe ji qêrînên alîkariya gel re girtine.'
Clooney destnîşan kir ku xeletiyan nekin, komkujî bi xeletî nabe, berê tê plankirin.

Bi heman mijarî:

Keça Êzidî Nadya Mûrad bû Balyoza Niyetpak a NYyê
Keça êzidî Nadia Mûrad bi Ban Ki Moon hevdîtinek kir
Etîketan:
daiş, hovîtî, balyoza niyetapak, keça êzidî, şerê li dijî daişê, Amal Clooney, Nadya Mûrad
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de