05:20 11 Kanûn 2017
Zindî
    leşkerên îsraîl-îsraîl

    Divê Îsraîl û destgirê wî Amerîka bên cezakirin

    © Foto: AA/Arşîv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pisporê Rojhilata Navîn ya îranî Sabbah Zanganeh destnîşan kir ku çekên kimyewî û bombeyên di destên Îsraîlê de rageşiya li herêmê zêdetir dike. Herwiha Zanganehî got: "Divê Îsraîl û destgirê wî Amerîka bên cezakirin.

    Navenda Nûçeyan — Zanganeh, li ser peyamên Cîgirê Serokê Amerîkayê ya berê Colin Powell ku ji Jeffrey Leedsê re şandibû û di sîteya înternetê ya DCLeaks hatibûn eşkere kirin, e-postayên ku di 3ê Adara 2015an de hatibûn şandin de Pawel eşkere dike ku 200 çekên kimyewî ya Îsraîlê hene û berê tevan li welatê Îranêye, ji ajansa Sputnikê re nirxand. Sabbah Zanganeh ragihand ku ev yek jî, ji wan durûtiya polîtikayên Amerîkayê ye û Amerîka gelek baş dizane ku pergala çekên nûkleerî ya Îranê aştiyane ne, ji bo ti welatê tehdît nîne.

    ‘GELÊ HERÊMÊ JI POLÎTÎKAYÊN ÎSRAÎLÊ ACIZIN'

    Pisporê îranê diyar kir ku Îsraîlê ku Amerîka destgiriya wî dike gelê herêmê tehdît dike û şerê li hemberî Misir, Sûriya, Libnan, Filistîn û Urdunê jî gurtir dike. Ji ber ku Îsraîl xwediyê çekên kimyewî ye polîtîkayên terorî dimeşîne û gelê li herêmê tehdît dike. Li ser van yekan gelê herêmê ji Îsraîlê acize û bifikarin. Divê hikûmeta Îsraîlê ji ber kirinên xwe li pêşberî civaka navneteweyî bê cezakirin.

    Herwiha pispor Zanganeh da zanîn ku bi heman şiklê destgirê Îsraîlê, Amerîka jî divê bê cezakirin.

    Bi heman mijarî:

    Îsraîl êdî wê zarokên 12 salî jî darizîne
    Şandeyek Êrebistana Siûdî serdana Îsraîl û Şeriya ya Rojava dike
    Îsraîl li Qudsê 290 avahiyên nû lê dike
    “Îsraîl ji bo vegerandina milkên cihûyan, rêkeftinên nepenî bi rê ve dibe”
    Îsraîl li baregeha NATOyê ofîseke dewamî vekir
    Etîketan:
    destgir, çekên kimyewî, herêm, rageşî, ceza, bombe, Ajansa Sputnikê, Sabbah Zanganeh, Jeffrey Leeds, Colin Powell, îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de