02:46 13 Kanûn 2017
Zindî
    Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş

    Demirtaş: Serdana Kurdistanê, ji bo pêkanîna yekîtî û istiqrara nav kurdan e

    © Foto: HDP
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevserokê HDPê diyar kir ku serdana wî bo herêma Kurdistanê ne ji bo meseleyên Tirkiyeyê ye lê ji bo pêkanîna yekîtiya nava kurdan e û got ku divê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan guh li wan bike û wiha got: “Eger em bikarin biaxivin, em wiha bawer dikin ku em ê bikarin di hinek mijaran de pêşketinê bi dest xin”.

    Amed - Demirtaşê ku li Amedê bû û berî serdana Herêma Kurdistanê bersiva pirsyarên rojnamevanan da, hevdîtina bi serokê PKKê Abdullah Ocalan re jî nirxand:

    "EV REFTAR Û GAVEKE RAST BÛ"

    Berî her tiştî pêkhatina hevdîtinê ji bo me gelekî giring e, ji ber ti agahî derbarê rewşa tendursitiya Ocalan nedihat wergirtin. Îca eger roja cejnê be jî, tiştekî gelekî giring e ku birayê wî çû û ew dît. Pêkhatina vê hevdîtinê reftar û gaveke rast bû."

    "HEVDÎTINÊN ME BI KCKÊ RE DÊ ÇÊNEBIN"

    Herwiha hevserokê HDPê teqez kir ku di dema serdana herêma Kurdistanê de, ew ê bi hemû partiyên siyasî re bicivin lê got ku ti jivana wan bi KCKê re tine û wiha dewam kir:

    "Ev rasterast ne girêdayî pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê ye. Ji bo pêkanîna yekitiyê di nav kurdan de û dabînkirina istiqrarê gelekî giring e. Heta ku kurd belawela bin, hêzên xerab dê sûdê ji vê rewşê bigirin. Em ê bi hemû partiyan re bicivin. Herwiha em ê ji bo kêşeyên li Tirkiyeyê jî baixivin. Ew ê temasên me bi KCKê re çênebin. Program ve planeke me ya wiha tine."

    Herwiha Demirtaş teqez kir ku divê Erdogan guhê xwe bide wan û wiha got: "Eger em bikarin biaxivin, em wiha bawer dikin ku em ê bikarin di hinek mijaran de pêşketinê bi dest xin. Cihê ku axiftin lê tine be, siyaset jî tine ye. Niha siyaset li Tirkiyeyê xetimiye. Yek diaxive û her kes lê guhdarî dike."

    "PIŞTÎ HEWLDANA 15Ê TEMÛZÊ, TIŞTÊ LI SER NAVÊ ERDOGAN HATIYE KIRIN, JI YÊN DERBEYA 80YÎ JÎ DERBAS BÛNE"

    Ji aliyekî din ve, hevserokê HDPê teqez kir ku tiştên ku piştî hewldana derbeya 15ê Temûzê pêk hatine bi gelekî ji travmayên derbeya 12ê Îlonê girantir in û wiha got: "Di 12ê Îlonê de, neheqiyeke wiha mezin ku seranserê civakê hatibe, pêk nehat. Tiştên piştî 15ê Temûzê ku li ser navê Erdogan pêk hatin, him ji aliyê çawanî û him ji aliyê çendî jî ji derbeya 80yê jî derbas bûye".

    "DIVÊ EV ŞER BI DIYALOGÊ BI DAWÎ BIBE"

    Demirtaş teqez kir ku ew banga xwe ya rawestandina şerî dubare dikin û wiha axivî:

    "Em ji PKKê jî û ji hikûmetê jî dixwazin ku çekan Bêdeng bikin. Bin wê xêz dikim, bêdengkirina çekan. Ez behsa wê yekê nakim ku hikûmet, leşker û polîs çekan deyne. Hikûmet hertim vê gotinê çewt dide fêmkirin, em nabêjin "bila polîs, leşker çekan deynin" lê em behsa "agirbestê" dikin. Anku guleyan bera hev nedin, bombeyan di hev de neteqînin û operasyonan pêk neyênin dikin û behsa wê dikin ku şens bidin siyasetê ku vê kêşeyê çareser bike. Em ê her li ser vê mijarê israr bikin. Ev şer sed salan dewam bike yan 5 deqîqeyan dewam bike jî, divê bi diyalogê bê çareserkirin".

    Bi heman mijarî:

    Dozgeriya Amedê bi tohmeta ‘biçûkxistina dewletê' ji bo îfadeyê bang li Demirtaş kir
    Demirtaş: Êşkence li Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDPê hat kirin
    Demirtaş wekaleta xwe ya qurbanê da Komeleya Rojava
    Demirtaş bersiva Binali Yildirim da: Em ê çawa biçin an jî neçin, ne karê serokwezîr e
    Demirtaş bi nûnerên YEyê re hevdîtin kir
    Ji ber gotina ‘Em PKKê terorîst nabînin', giliyê Demirtaş hate kirin
    Etîketan:
    Hewldana derbeya leşkerî, KCK, PKK, Recep Tayyip Erdogan, abdullah ocalan, Selahettin Demirtaş, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de