15:04 25 Hezîran 2018
Ji bo 45 xwendekaran cezayê girtîgehê ku li Zanîngeha ODTUyê Erdogan protesto kiribûn

45 xwendekarên Zanîngeha ODTUyê, ji ber protestoya Erdogan cezayê girtîgehê girtin

© Foto : AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

45 xwendekarên li Zanîngeha OTDUyê di dema avêtina peyka Gokturk-2yê de Serokwezîrê wê deme Serokomar ê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan protesto kiribûn rastî 10 meh cezayê girtîgehê hatin.

Enqere — Doza derbarê 45 xwendekarên di bûyerên berfenbara 2012ê de li Zanîngeha ODTUyê derketine bi encam bû.

Doza biryarê li 14emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Enqereyê de hate dîtin û parêzerên xwendekaran beşdar bûn. Parêzeran di dozê de diyar kirin ku xwendekaran sûc nekirine û beraata wan xwestin.

3 parêzeran diyar kirin ku heke ceza bê dayin jî dîvê aşkerekirin were paşxistin lê parêzerin din ev tişt qebûl nekirin.

Dadwer Avni Mis piştî daxuyan guhdar kir aşkere kir ku hemû bersûc ji ber ‘muxalefeta li hemberî Yaseya Meşan, Xwepêşandan û Civînan' û sûcê ‘Derketina li hemberî wezîfedarên fermî' biryar girtine ku 10 meh cezayê girtîgehê bidin wan.

Mis ji bo 3 bersûcan hikmê ceza aşkere nekir û aşkerekirina ceza yê wan bi paş ve xist.

Bi heman mijarî:

Li Antalyayê operasyon: Gelek endamên HDPê û xwendekar hatin binçavkirin
Li navçeya Qaxizmanê 5 xwendekar hatin girtin.
Li Semsurê 3 xwendekar jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin
Çar xwendekar dê di girtîgehê de bimînin
Li Bedlîsê 14 xwendekar hatin girtin
Li Meletiyê 7 xwendekar hatin girtin
Etîketan:
ceza, protesto, parêzer, girtîgeh, xwendekar, 14emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Enqereyê, Zanîngeha ODTUyê, Avni Mis, Recep Tayyip Erdogan, Enqere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de