04:35 16 Kanûn 2017
Zindî
    Selahattin Demîrtaş

    Heyeta HDPê sibê serdana Kurdistanê dike

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Bi serokatiya Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş sibê heyetek ji bo dan û standinan serdana Herêma Kurdistanê dike.

    Navenda Nûçeyan - Bi serokatiya Hevserokê Partiya Demokratîk a Gel (HDP) Selahattin Demirtaş sibê heyetek ji bo dan û standinan serdana Herêma Kurdistanê dike.

    Armanca serdana heyete diyaloga navbera kurdan e

    HDPê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku serdana heyeta HDPê ji 21ê hetanî 24ê Îlonê wê 4 rojan li bajarê Hewlêr û Silêmaniyê bidome. Di serdana heyeta HDPê de ji xeyrî Selahattin Demirtaş hinek cîgirên Hevserokên HDPê, parlamenter û endamên meclîsa partiyê cih digirin.

    Li gorî daxuyaniya nivîskî ya partiyê heyeta HDPê wê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokomarê Iraqê yê berê Celal Talebanî, Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, partiyên siyasî û bi rêxistinên civakî re ji bo diyaloga navbera kurdan û bi şêweyên aştiyane çareseriya pirsgirêka kurdan wê hevdîtinan pêk bîne.

    Bi heman mijarî:

    HDP nexşerêya xwe diyar dike
    HDP: Em derbeya qeyûman qebûl nakin
    HDP li hember sextekaran gel hişyar kir
    Li Çewlikê hemû mitîngên HDP û DBPê hatin qedexekirin
    Adem Geverî : ''HDP dikare li gorî bendewariyên raya giştî banga agirbestê bike ''
    Etîketan:
    Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê, Serokomarê Iraqê yê berê, Serokê Herêma Kurdistanê, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gel (HDP), Celal Talebanî, Nêçîrvan Barzanî, Mesûd Barzanî, Selahattin Demirtaş, Kurdistan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de