22:51 12 Kanûn 2017
Zindî
    Colemêrg - kayum - rageşî - pevçûn

    Hiqûqnasan ji bo biryara kayûman serî li NYyê dan

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    MHDê û OHDê ji bo biryara kayûman û kiryarên di encama ragihandina Rewşa Awarte de derketine holê, serî li Neteweyên Yekgirtî (NY) dan û daxwaz kirin ku ji bo şopandina bûyeran komisyonekê bişînin Tirkiyê.

    Navenda Nûçeyan — Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) û Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) ji ber biryarên tayinkirina kayûman û jikarderxistina mamosteyan serî li NYyê dan. Hiqûqnasan di daxwaznameya xwe de behsa bûyerên li bajarên kurdan ên weke Cizîr, Sûr, Nisêbîn û yên din dikin û dibêjin ku li van bajaran mafên demokratîk hatine binpêkirin. Dîsa bûyerên piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê hatiye bibîrxistin û hatiye gotin ku bi ragihandina Rewşa Awarte re li tevahiya Tirkiyê maf û azadiyên bingehîn hatine sekinandin.

    Daxwazname balê dikişîne ser van kiryaran û tê diyarkirin ku piştî demekê êdî kurd, demokrat û çepgir bûne hedef. Hiqûqnas bûyerên tayinkirina kayûman, jikarderxistina mamosteyan, girtina rojnameyan destnîşan dikin û dibêjin ku ev li dijî xalên Neteweyên Yekgirtî yên li hemberî cudakariyê ne jî.

    Endamên OHDê û MHDê di encama daxwaznameya xwe de bang li Neteweyên Yekgirtî dikin ku Tirkiye jî yek ji endamên vê rêxistinê ye û dibêjin li hemberî van kiryaran têkevin nava tevgerê û komisyonekî avabikin da ku bûyeran li cî bişopînin.

    Bi heman mijarî:

    Raci Bilici: ‘Hikûmet tolê ji mamosteyan hiltîne'
    Li Amedê 5 mamoste û 3 xwendevan hatin desteserkirin
    Parêzgeha Amedê ew nûçe derewand ku dihate gotin ‘wê mamoste îadeyî wezîfeyê bibin'
    Mamosteyên ''Mamoste'' jî ji kar hatin dûr xistin...
    Dibe ku ji 130 hezaran zêdetir mamoste ji kar bêne dûrxistin
    Li Licê ji bo şeradariyê cerdevanek weke kayûm tayin kirin
    Li şûna du endamên meclîsê yên şaredariya Bazidê yên DBPê kayûm hatin tayînkirin
    Etîketan:
    hewldana derbeya 15ê Tîrmehê, cudakarî, jikaravêtina mamosteyan, kayûm, Neteweyên Yekgirtî (NY), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD), Bajarên Kurdan, Sûr, Cizîr, Nisêbîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de