02:45 13 Kanûn 2017
Zindî
    Ala Amerîkayê

    Du balafirên barkêş ên Amerîkayê li Balefirxaneya Kobanî danîn

    © AP Photo/ Khalid Mohammed
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30

    Du balafirên barkêş ên Amerîkayê li balafirxaneya Kobanî ku demek berê hatibû çêkirin danîn. Balafirxane bi 35 kîlometroyan li bakurê Kobanî li gundê Sabit e.

    Kobanî - Du balafirên barkêş ên Amerîkayê li balafirxaneya Kobanî ku demek berê hatibû çêkirin danîn. Balafirxane bi 35 kîlometroyan li bakurê Kobanî li gundê Sabit e.

    Li gorî nûçeya Basnewsê ku dispêre berpirsekî Hêza Sûriyeya Demoratîk (HSD) ragihand ku balafirxaneya Kobanî ku Amerîka wekî Baregeha Leşkerî bi kar tîne berî bi 2 mehan temam bû.

    Berpirsê HSDê di berdewamiya axaftina xwe de got: " Hefteyek berê 2 balafirên barkêş ên Amerîkayê li balafirxaneya leşkerî ku du meh berê qediya danîn. Di balafiran de alîkariya însanî hebû û Amerîkayê ew alîkarî li nav gelê Minbicê belav kir. "

    Çavkanî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ewlehiya balafirxaneya leşkerî ya li gundê Sabitê ji terefê hêzeke taybet a Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve tê kirin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Berxwedana Kobanî' dibe roman
    Berpirsê PYDê yê Ewropayê Kobanî: Vekişîna YPGê ne pirsgirêka Tirkiyeyê ye
    Salih Muslim: Efrîn û Kobanî dê bigihên hev
    Ciwanekî Kobanî li sînorê Tirkiyeyê hat kuştin
    Amerîka çûna McGurk a Kobanî derewand
    Etîketan:
    Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Balafirxaneya Leşkerî ya li Kobaniyê, Hêza Sûriyeya Demoratîk (HSD), Kobanî, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de