20:09 14 Kanûn 2017
Zindî
    Mûsa Anter

    ‘Apê Mûsa' hate bîranîn

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nivîskar û rojnamevanê kurd Mûsa Anter di 24emîn qetilkirina xwe de li kolana ku lê hate kuştin hate bibîranîn.

    Amed - Nivîskar û rojnamevanê kurd Mûsa Anter yê ku 20ê Îlona sala 1992an de li kolana Seyrantepeya Amedê hatibû kuştin ji aliyê Cemiyeta Rojnamevanên Azad ve hate bibîranîn.
    Di merasîma bibîranînê de kurê Mûsa Anter, Dîcle Anter rêveberên DBPê, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek rojnamevan amade bûn.  Di dema merasîmê de beşdarvan qurnefil danîn kolana ku Anter lê hatibû kuştin.

    ‘EW BI PÊNÛSA XWE BAWER BÛ'

    Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak diyar kir ku wê şansê xebatê bi Anter re dîtiye û got ew kesekî wisa bû ku bi hêza pênûsa xwe gelekî bawer bû.  Kişanak di dewamiya axaftina xwe de got: ‘Apê Mûsa di got pênûsa min ji tang û topên wan bihêztir e. Li gel tarîtiya salên 90î  li cem gelê kurd cihê xwe girt û bi israr nivîsand. Bi nivîsên xwe, Apê Mûsa mîrateya berxwedanê ji me re hişt. Em ê heta dawî xwedî li mîrateya wî derkevin.'

    'EM BI WÎ SERBILIND IN'

    Kurê Anter, Dîcle Anter jî diyar kir ku îro gelek rojnamevan ji ber ku xwedî li rojnameya Mûsa Anter ya Ozgur Gundemê derdikevin têne girtin. Anter got, ew bi Mûsa Anter re serbilind in.

    Bi heman mijarî:

    Ji doza Mûsa Anter dîsa encam derneket
    Rojnamevanên kurd: Ji bo pêkhatina kongreya neteweyî divê medya rola xwe bilîze
    Julian Assange: ‘Zext, herî zêde li ser rojnamevanên kurd hene'
    3 rojnamevanên kurd hatin binçavkirin
    Etîketan:
    şaredariya mezin ya amedê, bîranîn, rojnamevanên kurd, kuştin, firat anli, dîcle anter, musa anter, gultan kişanak, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de