20:12 14 Kanûn 2017
Zindî
    Alaya NY

    NY: Alîkariyên mirovî yên bo Sûriyeyê hatin rawestandin

    © Foto: UN Photo/John Isaac
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rayedarên Neteweyên Yekbûyî(NY) ragihandin ku piştî êrişa ku li hember konvoya alîkariyê ya ku diçû Helebê êriş hate kirin wan hemû alîkarîyên mirovî rawestandine.

    Cenevre- Duh terorîstan êrişî ser konvoya alîkariyê ya ku ber bi herêma Urim el Kubraya Helebê ve diçû kirin kirin. Di encama êrişê de 12 xebatkarên Xaça Sor jiyana xwe ji dest dan û 18 wesayetên konvoyê jî rûxiyan.
    NY piştî êrişê daxuyaniyek da û got wan hemû alîkariyên mirovî yên bo herêmê dane rawestandin.

    Daxuyaniya derbarê êrişê de li avahiya NYyê ya li Cenevreyê û ji aliyê berdevkê Ofîsa Kordînasyona Karê û Barên Mirovî ya NYyê Jens Laerke ve hate dayîn. Laerke desnîşan kir ku alîkarî di çarçoveya bergiriyên ewlekariya lezgîn ve hatiye standin.
    Laerke xwest ku berpisiyarên bûyerê bi lez bêne dîtin. Di konvoyê de bo 78 hezar kesan alîkariya mirovî dihate barkirin.


    Bi heman mijarî:

    Rêxistina Efûyê: Jina Êzidî ya bi tohmeta alîkariya DAIŞê ve hatiye girtin serbest berdin
    DYA di dîroka xwe de wê alîkariya leşkerî ya herî mezin bide Israîlê
    Hikûmeta Sûriyayê alîkariya mirovî ya Tirkiyeyê ji bo Helebê qebul nekir
    ÎDIA - DYA alîkariya çek û sîxurî ya bo YPGê qut kir
    Ermenîstan: Em piştgiriya hewldanên Rûsyayê ya ji bo alîkariya mirovî ya li Sûriyayê dikin
    Etîketan:
    xaça sor, êrişa terorîstan, kerwana alîkariyê, ny, zilm, şer, alîkariya mirovî, Jens Laerke, sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de