04:22 16 Kanûn 2017
Zindî
    desteserkirin-binçavkirin

    Li Êlihê 80 kes hatin desteserkirin

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Êlih û navçeyên wê Sason û Hezoyê di encama serdegirtina malan de 80 kes hatin desteserkirin.

    Êlih — Li gorî nûçeya DİHAyê, polîsan destê sibê li navenda Êlihê û li gundên Heznê, Kurêrê, Reşe Darê, Seyrantepe û Zengavî yên navçeyên Sason û Hezoyê girtin ser gelek malan. Di encama serdegirtina van malan de zêdetirî 80ê kesan hatin desteserkirin.

    Kesên hatin desteserkirin birin Sasonê û wê li vir bên lêpirsîn. Hat ezanîn ku derbarê dosyeyê de biryara ‘nepenî' hatiye standin û wê kesên desteserkirî nikaribin heta 5 rojan bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin.

    Di nava kesên hatine desteserkirin de li gel rêveberên HDPê û DBPê endamê Meclîsa Partî ya DBPê Mehmet Candemir jî heye ku ji bo hevdîtin bi Abdullah Ocalan re çêbibe ketibû greva birçîbûnê.

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê operasyona siyasî: 17 kes hatin binçavkirin
    Li Erziromê operasyona siyasî: 67 endamên HDP û DBPê hatin binçavkirin
    Li Diyadînê operasyona siyasî: 25 kes hatin desteserkirin
    Li bajarê İspartayê operasyona siyasî, 8 kes hatin girtin
    Li Mûşê operasyona qirkirina siyasî: 35 kes hatin binçavkirin
    Li Sêwasê operasyona siyasî: 25 kes hatin binçavkirin
    Li Semsûrê operasyona siyasî: 9 binçavkirin
    Etîketan:
    operasyon, serdegirtina malan, desteserkirin, DİHA, HDP, DBP, Abdullah Ocalan, Mehmet Candemir, Gundê Zengavî, Gundê Seyrantepe, Gundê Reşe Darê, Gundê Kurêrê, Gundê Heznê, Hezo, Sason, Êlih
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de