02:42 13 Kanûn 2017
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê li Hesekê

    Artêşa Sûriyeyê milîtanên El Nûsrayê j Helebê der kirin: 100 kuştî

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Artêşa Sûriyeyê, milîtanên El Nûsrayê (Fetih El Şam) ku li herêma başûrê rojavayê bajarê Helebê dest bi êrişeke mezin kiribû têk bir.

    Navenda Nûçeyan - Li gorî daxuyaniya navenda şopandina agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê, Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya hêza hewayî ya Rûsyayê êrişa milîtanên Fetih El Şamê ya derdora Helebê têk bir. Di operasyonê de 4 tank, 3 wesayîtên zirxî, 9 qamyonên cebilxane barkirî yên rêxistinê îmha kirin û nêzî 100 milîtanî kuştin.

    Her wiha hêzên Artêşa Sûriyeyê, li taxên bakurê herêma Helebê êrişa milîtanan têk bir û piştî pevçûnan kontrola taxa El Şekeyf dîsa bi dest xist.

    Kamerayên ku agirbest dişopandin zirar dîtin

    Di vê navberê de kamerayên ku ji bo şopandina agirbestê ji terefê Wezareta Parastin a Rûsyayê li herêma Helebê ya Akademiya Leşkerî ya Esad hatibûn danîn zirar dîtin. Li gorî daxuyaniyê leşkerên ku mûhafiziya kamerayan dikirin kes ji wan zirar nediye, lê weşana zindî ya kamerayan têk çûye.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê: Agirbest bi dawî bû
    Artêşa Îsraîlê li Sûriyeyê êrişa hewayî pêk anî: Kuştî û birîndar hene
    Amerîka: "Êrişa Artêşa Sûriyeyê qeza bû"
    Di nava Artêşa Azad a Sûriyeyê de dubendî
    Artêşa Sûriyeyê dest bi vekişandina rêya Kastîloyê kir
    Etîketan:
    Wezareta Parastin a Rûsyayê, Eniya Fetih El Şamê, Artêşa Sûriyeyê, Heleb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de