23:39 20 Hezîran 2018
Polîsan nehişt rojnameya Ozgur Gundemê bê belavkirin

Nobedarên Ozgur Gundemê derdikevin pêşberî dadger

© Foto : Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Rojnamevanên ku li rojnameya Ozgur Gundemê nobedariya Dîrektoriya Weşana Giştî kirin îro derdikevin pêşberî dadger.

Navenda Nûçeyan — Rojnamevanên ku li rojnameya Ozgur Gundemê nobedariya Dîrektoriya Weşana Giştî kirin îro derdikevin pêşberî dadger. Pêşî rojnamevan Ayşe Duzkan û Ragip Duran bi îdîaya ku propagandaya rêxistinê kirine wê li Dadgeha 13emîn a Cezaya Giran derkevin pêşberî dadger. Dîrektorê Weşana Giştî yê rojnameya Ozgur Gundemê İnan Kizilkaya jî wekî bersûc wê derkeve dadgehê.

100 rojnamevanî ji bo piştgiriyê rojekê dîrektorî kiribû

Piştî ku rojnameya Ozgur Gundemê hat girtin ji bo ku balê bikşînin gelek rojnamevan rojekê nobedariya Dîrektoriya Weşana Giştî kiribûn.

Piştî ku di piştgirîdanê de Frof. Şebnem Fincanci, Ahmet Nesim û Erol Onderoglu hatin girtin gelek akademisyen, nivîskar û aktîvîst navên xwe ji bo lîsteya nobedariyê nivîsandin. Rojnamevanê ku lêpirsîna wan didome wiha ne: Hasan Cemal, Nevin Erdemir, Hakki Boltan, Aydin Engin, Şeyhmus Diken, Derya Okatan, Murat Uyurkulak, Said Sefaoglu, Faruk Balikçi, tugrul Eryilmaz, Mehmet Guç, Nadire Mater, Kumru Başer û Kemal Can e. Piştî girtina rojnameya Ozgur Gundemê kesên ku hatine girtin wiha ne: Zimanzan Necmiye Alpay, hûnermend Julide Kural û Deniz Turkali, Endamê HDPê Çilem Kuçukkeleş, H.Hayri Şanli û Veysi Altay bûn.

Bi heman mijarî:

Ozgur Gundem: Heke rojname bê girtin em ê bi navekî din berdewam bikin
Her du rêvebirên Ozgur Gundemê hatin girtin
Nivîskara Ozgur Gundemê Asli Erdogan şandin dozgeriyê
22 rojnamegerên Ozgur Gundemê serbest hatin berdan
DYAyê ji bo Ozgur Gundemê got: Bila Tirkiyê bi hestiyarî tevbigere
Etîketan:
Dadgehkirina nobedarên Ozgur Gundemê dest pê dike, Girtina rojnameya Ozgur Gundemê, Hasan Cemal, Erol Onderoglu, Ahmet Nesim, Şebnem Fincanci, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de