08:00 18 Kanûn 2017
Zindî
    Salih Mislim

    Mislim: "Armanca me avakirina Sûriyeya demokratîk e"

    © AFP 2017/ BERTRAND LANGLOIS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim bi sedema 13emîn salvegara damezrandina PYDê de ragihand ku armanca wan avakirina Sûriyeya demokratîk e.

    Navenda Nûçeyan — Bi boneya 13.salvegera damezrandina PYDê Hevserokê partiyê Salih Mislim, salvegera damezrandinê li hemû gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê pîroz kir. Muslim di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rojboriyên partiyê ku di nav têkoşîn û xebata rizgarkirian gelê kurd de derbas bûn û got: "Me hemû sal li ber gelê xwe di nav têkoşînê de borand. Hemû deskeftiyên ku me bidest xistin jî bi saya têkoşîna vî gelê şoreşger pêk hatin. Piştî damezirandina partiya me bi çend mehan me serkêşiya Serhildana Qamişlo ya 2004an kir û heya roja îro anî. Di vê têkoşînê de gelek endamên me yên mîna Ehmed Hisên (Bavê Cûdî) û Mamoste Osman Silêman di zindanên rejîma Baasê de şehîd ketin."

    Mislim: Mînaka sîstema herî baş ji Sûriye û Rojhilata Navîn re'

    Hevserokê PYDê da zanîn ku sîstema Rojava dê karibe edalet û demokrasiya ji Sûriye û Rojhilata Navîn re bîne û got: "Sîstema ku niha li Rojava pêk hatiye bi îradeya gel hat damezirandin û PYDê dikaribû ku pêşengiya vê sîstemê bike. Gelên Rojava û Bakurê Sûriyê xwe di nav sîstemeke ku nimuneya sîstema herî baş ji Sûriye pêşerojê û Rojhilata Navîn re ye, birêxistin dikin. Ev sîstem dikare demokrasiya û edaletê bîne."

    Salih Mislim hemû idîayên ku dibêjin "PYD'ê desthildar e" red kirin û got ku wan di têkoşîna 13 salan de tu carî bidesxistina desthiladarî yan jî kursiyekê armanc nekiriye, berovajî her di xizmeta gel de bûne. Em ê heya avakirina Sûriyeya Demokratîk a Federal têkoşîna xwe bidomînin.

    Bi heman mijarî:

    Ji Mislim bo Erdogan: "Eqliyeta Kasimpaşa li Cerablusê qelibî"
    Mislim: ‘Em ê bajarê Reqqayê rizgar bikin'
    Mislim: 'Li Sûriyeyê federalî jî di nav de her tişt gengaz e'
    Salih Mislim: ‘Operasyona veguhestina tirba Şah Silêman min kordîne dikir'
    Salih Mislim: ‘ Tirkiye ji kurdan ditirse'
    Etîketan:
    13emîn salvegara damezrandina PYDê, Hevserokê PYDê, Salih Mislim, Rojava, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de