06:27 13 Kanûn 2017
Zindî
    Darizandin, dadgeh, girtin

    Rêvebirên DBPê jî di nav de 5 kes hatin girtin

    © Fotolia/ Andrey Burmakin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li Manîsa û li Colemêrgê rêvebirên DBPê jî di nav de 5 kesên ku ji aliyê polêsan ve hatibûn binçavkirin hatin girtin û şandin girtîgehê.

    Navenda Nûçeyan — Li Colemêrgê di serdegirtina polêsan a li ser avahiya DBPê ya bajêr de ku endamê MYK yê DBPê Emrullah Bingol, endamê PM yê DBPê Murat Kutas, wekîla hevşaredar Fatma Yildiz û Şehab akan, hevserokê Şaxê Meya-Der ê Colemêrgê Selim Kaya, Hevseroka HDPê ya navenda Navçeyê Emine Armut, rêvebera DBPê Sinem Duran, Alîkarê Hevşaredariyê Mikail Erdal û Rêveberê HDPê yê Bajêr Sefer Berk ên îro derxistin edliyeyê, şandin dadgeha Ceza ya Asliyê. Piştî dadgehê Sinem Duran û Mikail Erdal hatin girtin û 7 siyasetmedarên din jî hatin berdan. Sedema girtina herdû siyasetmedaran nehatin zanîn.

    Di serdegirtinên hemwext ên di 5ê Îlonê de li navçeyên Salihli û Saruhanlî yên Manîsayê de 4 xebatkarên HDPê hatibûn girtin. Xebatkarên HDPyî yên bi navên Orhan Karaca, Seher Nergiz, Veysi Tanrikulu û Reşit Tekin ên ku hatibûn binçavkirin, îro şandin edliyeya Manisayê. Xebatkarên HDPê yên ku ji aliyê dozgerê Komarê yê Manîsayê ve hatin lêpirsînkirin Reşit Tekîn bi şertê kontrolkirinê hate berdan û 3 kesên din sewqî 1. Dadgeriya Ceza ya Sulh hatin kirin.

    Li dadgehê Orhan Karaca, Seher Nergiz û Veysi Tanrikulu bi hinceta "Endamên rêxistinê" hatin girtin û şandin Girtîgeha Manîsayê.

    Bi heman mijarî:

    Li Colemêrgê Hevserokên DBPê jî di nav de 20 kes hatin binçavkirin
    Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDPê hatin binçavkirin
    Serokê AKPyî yê navçeya Ladikê ji FETO/PDYê hat binçavkirin
    3 rêvebirên DBPê yên navçeya Malazgirê hatin binçavkirin
    Ji Dadgeha Bilind 10 dadger û dozger hatin binçavkirin
    Li navçeya Sûra Amedê 24 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Operasyona binçavkirinê, HDP, DBP, Veysi Tanrikulu, Seher Nergiz, Orhan Karaca, Mikail Erdal, Sinem Duran, Manisa, Colemêrg, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de