03:33 14 Kanûn 2017
Zindî
    Matteo Renzi

    Renzî: Juncker pir xweş diaxive lê pratîk tune ye

    © Sputnik/ Grigoriy Sisoev
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî yê ku ji bo civînên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê ye, rexneyên xwe yên li ser qeyrana penaberan ên hefteya borî li Bratislavaya paytext a Slovakyayê di Konseya YEyê de anîbûn ziman, li vir jî dewam kirin.

    Navenda Nûçeyan — Renzî Konseya YEyê ya ku qet behsa pirsgirêka penaberên ku ji Efrîqayê tên Ewropayê û bi piranî tên Îtalyayê nake, anî rojevê û got "Ger ku Ewropa wisa dewam bike wek Îtalyayê em ê rêzbazên xwe yên xweser pêk bînin. Ev tekane peyam e ku ji Bristalavayê derket. Gelek tişt hat gotin lê di mijara Efrîqayê de me derfet nedît ku em tiştekî bi awayekî eşkere bibêjin. (Serokê Komisyona YE Jena-Claude) Jıncker gelek gotinên xweş dibêje lê di pratîkê de em tiştekî nabînin. Ev pirsgirêka Ewropayê ye."

    Renzi got "Îtalya bi tena serê xwe dikare hinek tiştan bike lê ev pirgirekeke YEyê' diyar kir ku divê mirovên di Behra Spî de werin rizgar kirin lê nabe ku hemû li Îtalyayê bimînin.

    Serokwezîrê Îtalyayî Renzî ji ber ku di Konseya YEyê ya hefteya borî de behsa penabertiya bê rêkûpêk ya ku ji ser Efrîqayê tê welatî wî nekiribû, prostesto kiribû û di dema dawiyê dev ji civîna çapemeniyê ya bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Serokwezîrê Fransayê François Hollande re berdabû.

    Bi heman mijarî:

    Renzi: Tirkiye pêşeroja xwe dixe hepsan
    Pûtîn ji Matteo Renzi re peyama sersaxiyê şand
    Îtalya bûye depoya çekên NATOyê
    Îtalya li dijî terorê hin bergiriyên taybet distîne
    Îtalya referandûmê lidar dixe
    Etîketan:
    pratîk, xweşik, gotin, Konseya YEyê, Serokwezîra Almanyayê, Serokwezîrê Îtalyayê, Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, Efrîqa, Amerîka, New York, Îtalya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de