07:50 12 Kanûn 2017
Zindî
    Heleb

    NY: Karwanê alîkariyê yê ku diçû Helebê rastî êrîşê hat

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat diyar kirin ku karwanê Netewyên Yekbûyî ya ku alîkariya mirovî dibir Helebê rastî êrîşê.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê NY Farhan Haq ji bo Sputnikê axivî û pejirand ku kamyonên ku alîkarî dibir herêma Orem a li Helebê rastî êrîşê hatin. Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Stephane Dujarric jî ragihandin ku 18 kamyonê di wê karwanê de hat lêdan û daxuyand kuvdi derbarê mirî an jî birîndaran de tu agahî tune ne.

    Berdevkê Xaça Sora Ereban a Sûriyeyê Stephen Ryan jî êrîşa li dijî karwanê piştrast kir û got "rewşa li herêmê niha pir kaotîk e, em hewl didin ku hûrgiliyan bi dest bixin."
    Li gel vê yekê Nûnerê Taybetê NY yê li Sûriyeyê Staffan De Mistura jî ev êrîş wek ‘zordestî' bi nav kir û bûyer şermezar kir.

    Hat îfade kirin ku karwana kamyonan an rastî êrîşa hewayî bûn an jî rastî êrîşa topên hawanê bûn.

    Bi heman mijarî:

    NY: Peymana Amerîka û Rûsyayê wê siberoja Sûriyeyê biguherîne
    Hikûmeta Sûriyayê alîkariya mirovî ya Tirkiyeyê ji bo Helebê qebul nekir
    Rûsya 36 ton alîkariya mirovî şand Sûriyayê
    NY bo penaberan bang li Ewrûpayê kir
    Rûsya: "Ji bo pêşniyara NY ya Helebê pêşî gerantiya ewlehî divê"
    Lavrov: Em ê qedexeya Pêşbirkên Paralîmpîkê bibin NY
    Etîketan:
    êrîş, alîkariya mirovî, karwanê kamyonan, Berpirsên Xaça Sor ên Sûriyeyê, Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî, Berdevkê NY, Farhan Haq, Stephen Ryan, Stephane Dujarric, Staffan de Mistura, Sûriye, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de