08:39 22 Hezîran 2018
Çekdarên Hûsî

Hûsiyan bi moşeka balîstîk êrîş bir ser Erebîstana Siûdiyê

© AP Photo / Hani Mohammed
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat diyar kirin ku Hûsiyên li Yemenê bi moşeka balîstîk êrîş birin ser bajarê Xamîs Muşeyt yê Erebîtana Siûdiyê.

Navenda Nûçeyan — Fermandariya hêzên hevpeyman a bi serkirdetiya Erebîstana Siûdî bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir ku Hûsiyên li Yemenê di saetên berêvarê de li hemberî bajarê Xamîs Muşeyt bi moşekên balîstîk êrîş pêk anîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew moşeka balîstîk ji aliyê pergala parastina hewayî ya Erebîstana Siûdiyê ve hat îmha kirin û hat diyar kirin ku di bûyerê de tu wendahî çênebû.

Herwiha di daxuyaniyê de hat derbirîn ku piştî êrîşa moşekê rampayên moşekan ên li Yemenê hatin îmha kirin.

Bi heman mijarî:

‘Lihevkirina Rûsya û Erebîstana Sîûdî, wê têsîrê li rewşa herêmê jî bike'
Erebîstana Siûdî: 'Heciyên Dewleta Kurdistanê, hûn bixêr hatin'
Pûtîn: Em dixwazin bi Erebîstana Siûdî re têkiliyên xwe pêş ve bibin
Erdogan û Mîrê Erebîstana Siûdî Selman li hevdu civiyan
Yemenê êrişî Erebîstana Siûdî kir: 7 kesan jiyana xwe ji dest da
Etîketan:
moşeka balîstîk, êrîş, Fermandariya Hêzên Hevpeyman, Hûsî, Bajarê Xamîs Muşeytê, erebîstan siûdî, Yemen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de