10:34 24 Hezîran 2018
Artêşa Sûriyeyê

Hikumeta Sûriyeyê ji bo serjimêriyê rêvebiriya Rojava hişyar kir

© Foto : imc
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Lihevhatina Niştîmanî yê Sûriyeyê Elî Heyder ragihand ku hewla encamdana serjimêriyê li Kantona Cizîrê nerewa û neyasayî ye û dewleta Sûriyê wê yekê qebûl nake.

Navenda Nûçeyan — Elî Heyder hişyarî da rêvebiriya Rojava û ragihand ku hewla wan aliyên netewî yan tayifî ku bixwazin xwe bi hêza çekan ferz bikin, nayê qebûlkirin, ew yek pêngavek nedirust û bêyî agahdariya saziyên hikûmeta Sûriyeyê ne.

Serjimêrî neqanûnî ye

Wezîrê sûrî Elî Heyder di axaftina xwe de got: “Axavtin li ser çi proje, kar an gavan ji aliyekî tenê bêyî vegera li dezgehên rêvebirî yên Sûriyeyê, tu rewatî an berdewamî ji wan projeyan re nîne. Her çi serjimêrî li navçeyên bakur-rojavayê Sûriyeyê jî bibe, ew gaveke bê yasayî ye. Serjimêriya ku Rêveberiya Xweser li Kantona Cizîrê birêve dibe, encameke rasteqîne nade dest.”

Encamên rast nade

Heyder di berdewamiya axaftina xwe de got: “Çawa behsa serjimêriyeke ku demekê Sûriye di şerekî giran de ye, li dijî terorê şer dike. Di encama vî şerî de jî bi hezaran xelk koçber bûne, lewma, bi ne amadebûna beşekî mezin ji gelê Sûriyeyê, ev serjimêrî encameke rast nade. Hewla wan aliyên ku dixwazin bi zorê hêza çekan xwe ferz bikin, lê ev êdî nayê qebûlkirine.”

Bi heman mijarî:

Sûriye: Li Humisê di êrîşên terorîst de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
Rûsya: "Artêşa Sûriye û mûxalif wê ji rêya Kastîloyê vekişin"
Sûriye: Balafireke şerî ya Îsraîlê hat xistin
CIA: Dibe Sûriye û Iraq perçe bibin
Sûriye: "Wezîrê brîtanî Johnson ji rastiyan bêxeber e"
Etîketan:
Wezîrê Sûriyeyê rêvebiriya Rojava hişyar kir, Serjimêriya Rojava dest pê kir, Wezîrê Lihevhatina Niştîmanî yê Sûriyeyê, Elî Heyder, Rojava, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de